Li Rojhilatê Kurdistanê, ji ber polîtîkayên rejîma Îranê ku hewl dide bi zext û birçîbûnê gelê Kurd terbiye bike, hejmara mirovên dawî li jiyana xwe tînin roj bi roj zêde dibe. Li bajarê Kamyaran ê eyaleta Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê, di nava 3 rojan de 2 welatiyan dawî li jiyana xwe anîn.
Hat ragihandin, li Kamyaranê firoşkarê seyar Gulmûrad Ezîzî roja Înê xwe bi dar ve kir. Li gorî agahiyan, Ezîzî yê zewicî û bavê 5 zarokan, ji ber bêkariyê dawî li jiyana xwe aniye.
Li bajêr, roja Duşemê jî ciwanê bi navê Ehmed Feyzî xwe ji bendava Zivyayê avêt û dawî li jiyana xwe anî. Feyzî yê zewicî û bavê du zarokan, tê gotin ku ji ber pirsgirêkên aboriyê xwe kuştiye.
LI KIRMANŞANÊ ÎNTIXARA 16'EMÎN
Li Kirmanşanê jî ku erd lê hejiya, dawî li întixaran nayê. Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê çend roj berê dabû xuyakirin ku di nava 40 rojên di ser erdhejê re derbas bûn, 15 kesan ji ber bêkarî, travma û zexta rejîma Îranê dawî li jiyana xwe anîne.
Duh jî li Kirmanşanê kesekî din xwe kuşt. Li bajarê Qesrî Şîrîn ê li eyaleta Kirmanşanê, welatiyê bi navê Meysam Kerimî li meydana Qesrî Cedîdê xwe bi dar ve kir. Kerimî yê zewicî û bavê zarokekî, bi birîndarî ji erdhejê rizgar bûbû.
Bêdengiya raya giştî û çapemeniya Îranê ya li pêşberî rewşa erdhejzedeyan jî dewam dike. Rejîma Îranê ji bo rewşa li herêmê neyê nîşandan, sansureke giran dike.
Wezîrê Karên Hundir ê Îranê Abdulreza Rehmanî Fezlî çend roj berê axivî û ji çapemeniyê re got, "Hûn neçar nînin ku her tiştên li herêma erdhejê mîna rewşa heyî bidin."