Ji ber ‘Newrozê’ lêpirsîn derbarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar dan destpêkirin
Daraza Tirk di derbarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar de ji ber axaftinên di Newrozê de kirî lêpirsîn da destpêkirin.
Daraza Tirk di derbarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar de ji ber axaftinên di Newrozê de kirî lêpirsîn da destpêkirin.
Lêpirsîn ji aliyê Serdozgariya Komarê ya Amedê ve hate destpêkirin
Dozger axaftinên Hevserokê Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar ên 21’ê Adarê di Newroza li Amedê de kirî, weke hincet nîşan da.
Daraza Tirk Sancar bi sûcê ‘Propagandakirina rêxistinê’ sûcdar dike.