Ji ber li dijî lêgerîna tazî derket, êşkence lê kirin

Girtî Mehmet Emîn Ado hê hate sirgûnkirin, ji ber li dijî lêgerîna tazî derket êşkence lê hate kirin.

Mehmet Emîn Ado yê ji Girtîgeha Ceyhana Edeneyê ya Tîpa M sewqî Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê ya Tîpa T ku nû hatiye vekirinkirin. Ado dema hat sewqkirin bi binpêkirinên mafan re rûbirû ma. Ado, bi telefonê bi malbata xwe re axivî û diyar kir ku ji ber dema sewqkirinê de li dijî lêgerîna tazî derketiye lêdane û hatiye êşkecekirin 

PÊWÎSTIYÊN WEKE DERMANKIRIN, XWARIN Û AV TÊN ASTENGKIRIN

Ado, bi lêv kir ku heqaret jî li wî hatiye kirin û ji ber lêdanê nava devê wî bûye birîn. Ado, da zanîn ku daxwaza wî ya tedawiyê jî nehatiye qebûlkirin û ava germ û xwarinê nadin wan. Ado, destnîşan kir ku binpêkirinên mafan û zextên li ser girtiyan didomin.