Ji ber greva birçîbûnê polîsan girtin ser avahiya HDP’ê ya Amedê

Ji ber greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger polîsan girtin ser avahiya HDP’ê ya Amedê.

Parlementera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag jî di nav de 6 endamên HDP’ê  li avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn. Polîsan bi ser avahiyê de girtin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bi tevlêbûna parlementera HDP’ê ya Amedê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin.

Endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi civîneke çapemeniyê îro diyar kirin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û ji bo piştgiriya Leyla Guven a ku di greva birçîbûnê de ye, ew dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger dikin.