Ji ber êrîşa hêzên rejîma Îranê kolberek mir, 3 jî birîndar bû

Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê êrîş birin ser kolberan û kolberek kuştin, 3 jî birîndar kirin.

Li gorî malpera Kolbernewsê, doh şev li Dola Mîdanî ya ser bi Pîranşar a ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, komek kolber ketin kemîna hêzên çekdar yên rejîma Îranê.

Hêzên rejîma Îranê gule li kolberan reşandin û ji ber vê êrîşê kolberê bi navê Kemal Mihemed (26) yê bavê du zarokan bû jiyana xwe ji dest da, 3 kolber jî bi giranî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên bidest ketine 2 kolberên birîndar rakirine nexweşxaya Çoman a Başûrê Kurdistanê û yek jî rakirine nexweşxaneyeke li Pîranşarê.