Ji Amedê banga ji bo 'mitînga aştiyê': Em 4'ê Îlonê kom bibin

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li dijî hewldana astengkirina 'mîtînga aştiyê' ku wê 4'ê Îlonê were kirin helwest nîşan da û bang li gel kir ku eynî rojê bi girseyî tevlî mîtîngê bibin.

Platforma Ked û Demokrasiyê têkilî mîtînga girseyî ku 4'ê Îlonê ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanî wê were kirin li avahiya Şûbeya Nimro 1'ê ya Egîtîm Sendê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Daxuyanî ji hêla Sekretera Şûbeya Amedê ya Odeya Mihendisên Mekîneyan (MMO) ya Yekîtiya Odeyên Mihendis û Mîmarên Tirk (TMMO) Arîn Zumrut ve hate xwendin.

Zumrut diyar kir wan Platforma Demokrasiyê ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanî pîroz bikin serî li saziyên hewce dane lê mîtînga wan hatiye betalkirin. Li dijî betalkirina mîtîngê Zumrut helwest nîşan da û got, ''Hincetên burokratîk ji bo destwerdana li mîtîngekê, ji bo betalkirinê bes in?''

Zumrut li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê û pêkhateyên bajêr bangên aştiyê ya ji bo 4'ê Îlonê dubare kir û got, ''Ev mafê me yê yasayî û demokratîk e .Em dixwazin bibêjin biryara li ser betalkirina mîtîngê ne rast e, divê dengê civakê û daxwaza wê ya li aştiyê neyê astengkirin.''

Li ser navê Komîteya Amedekar Mehmet Ceylan jî axivî, bi dirûmeya ''Dema wê ye ku em aştihyê biqêrin'' bang li hemû gelê Amedê kir ku 4'ê Îlonê saet 16:00'an li ber ACZ plazê kom bibin, tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî bibin.