Ji Amed, Wan û Mêrdînê serdana malbata Şenyaşar kirin

Ji Amed, Wan û Mêrdînê serdana Malbata Şenyaşar berxwedana xwe didiomînin, kirin.

Serdanên ji bo malbata Emîne Şenyaşar ê hevjîn û du kurê wê ji aliyê Parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yidiz û xizmên wî ve hatin qetilkirin, didome. rêveberên Sedîkeya Perwerde û Kedkarên Zanistê (Egtîm Sen) a Şaxa 2 a Amedê, hevşaredara Qoser Nîlufer Elîk Yilmaz a ji erkê hate girtin, rêveberên HDP’ê yên navçeya Qoserê û ciwanên endamên Komeleya çand û Hunerê ya Zanista Antropolojî (BASK-DER) serdana Malbata Şenyaşar kirin.

Ferît Şenyaşar ji bo şandeyê qala roja êrîşê kir.

Hevserokê Egtîm Sen a Şaxa Hejmar 2 Hasan Çitirk jî axivî diyar kir ku tim dixwazin dozê binixumînin û got: “Li ser vê erdnîgariyê ti demê edalet ji bo hejaran nebûye. Em weke sazî ji niha û pêvajoya li pêşiya me tim li gel malbatên hejar cih bigirin, piştevaniya wan bikin.”

Hevşaredara Qoser Nîlufer Elîk Yilmaz jî di serdanê de axivî û diyar kir ku qetlîamek berpirs diyar pêk hate û got: “Heta ku edalet pêk bê divê her kes serdana malbatê bike.     

Endamê BASK-DER’ê Orhan Ozkan jî axivî û diyar kir ku heta edalet pêk bê wê têkoşînê bidomînin.