Ji Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr çalakiyên 4'ê Nîsanê

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî lidar xist.

ÇALAKIYÊN 4'Ê NÎSANÊ

Di daxuyaniya înîsiyatîfê de ahte ragihandin ku li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê, li Erzîrom û taxa Saray a Mûşê bi fîşekên hewayî pîrozbahî hate lidarxistin.

Li gorî daxuyaniyê li taxên Xaçort û Altintepe yên Wanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li taxa Xaçortê 4'ê Nîsanê saet di 21:00 de tîmên Jinên Tolhildêr li 3 kolanan bend danîn û agir dadan. Di pîrozbahiyê de li 5 nuqteyên cuda fîşekên hewayî hatin teqandin. Di pîrozbahiyan de ku gel jî amade bû, dirûşmên ji bo azadiya Rêber Apo hatin qîrîn.

Heman saetê li taxa Altintepe ya Wanê li du kolanan bend hate danîn û agir hate dadan. Fîşekên hewayî hatin teqandin, meşale hatin vêxistin û pîrozbahiyê heta sihorê dewam kir."