Irgat: Gundên ku bi ser wan de girtin piranî dengdêrên HDP’ê ne

Mizgîn Irgat a HDP’î got taxa Yahya ya ku bi êşkenceyê hatî rojevê beriya niha jî 8 caran bi ser de girtine û di vê dema dawî de li gundên ku bi ser wan de digirin piranî deng ên HDP’ê hene.

8’ê Îlonê ji hezarî zêdetir polîs û leşker, bi wesayitên zirxî li navçeya Qereyazî ya Erziromê, bi ser taxa Yahya de girtin. Dema ku bi ser taxê de girtin deriyê 33 malan şikandin û mal seh kirin. Polîs û leşkerên Tirk di serdegirtinê de êşkence li şêniyên taxê kirin û ew binçav kirin.

Piştî vê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şandeyek şande taxê. Di nav şandeyê de Parlamentera Bedlîsê ya HDP’yî Mizgîn Irgat jî hebû. Irgat çavdêriyên xwe gotin.

‘DIXWAZIN GUNDAN VALA BIKIN’

Irgat got gundî giştî tawanbar kirine û di dema êşkenceyê de hewl dane ku îfadeya wan bistînin û wiha domand: "Bi dorê li gundiyan dixin, dijûnan li wan dikin, li ser wan digerin, wan binçav dikin. Van hemû tiştan jî bêyî hinceteke hiqûqî dikin, bi vê jî armanc dikin ku gundan vala bikin, gundan bişkênin û komara tirsê ava bikin. Bi hîyerarşîk  ê ku fermanê dide jî û fermanê bi cih jî tîne sûcdar e. Fermanên li derveyî yasayê heye."

‘GELEK CARAN BI SER GUND DE GIRTINE’

Irgat diyar kir, dema ku bi ser taxê de girtine dev avêtine jinan, sixêfên zayendî kirine. Irgat her wiha ev agahî dan: "Deriyê 33 malan şikandine, bi zorê ketine hundir û her mal 2-3 caran seh kirine. Lê êşkenceyeke giran li Ahmet Goksû û bavê wî kirine. Heke sûcek hebe, bûyereke edlî hebe, delîl hebe hûn ê bi vê çarçoweya hiqûqî çareser bikin. Hûn nikarin li malê êşkenceyê bikin û nikarin zorê bidin. Leşker têne gund û bi tiştên kelevajî yên weke, 'çima çirayên we vêxistinî, çima hûn di cihê xwe de nalivin' tim hewl didin ku zextê bikin. Li gor agahiya ku dane me 8 caran bi ser hin malan de girtine û her carê jî tiştek ji malê derneketiye. Bi vê dixwazin mirovan ji gund û malên wan bikin, bi kotekî dixwazin vê bikin."

‘LI GUNDÊN KU DENGÊN HDP’Ê ZÊDE NE BI SER WAN DE DIGIRIN’

Irgat ragihand, ku di demên dawî de li gundên ku bi ser wan de digirin dengê HDP’ê piranî ne û got, "Ev ne lêrasthatinek e. Ev  tê wê maneyê ku gundên bi ser wan de digirin muxalîf in. Ji bo vê jî ev êrîşeke bi ser vîn, hilbijartina wan a polîtîk de ye. Dixwazin van mirovan ji ber hilbijartina wan a polîtîk ceza bikin. Zexta li ser van mirovan dikin da ku di pêvajoya pêş de hilbijartinên xwe yên polîtîk biguherînin. Mirov vê rasterast jî bike û ne rasterast jî sûc e. Ji ber tercîhên wan hûn nikarin mirovan ceza bikin, hûn nikarin wan darizînînin an jî zextê li wan bikin."

‘EM Ê BIBIN ŞOPDAR’

Irgat  diyar kir, ku ti hêz wê nikaribe wan li vîna wan a siyasî û li fikrên wan poşman bike û got: "Gundî dibêjin, 'me ti dijûn li hinan nekiriye, me kesek sûcdar nekiriye. Em dizanin bê ka em ê dengê xwe bidin kê û nedin kê. Vê rewşa ku tenê ji bo ku em Kurd in bi serê me te jî em qebûl nakin'. Em ê ji hêla siyasî û hiqûqî jî van bişopînin. Bi rikdarî em ji vê pêvajoyê gavekê jî bi paş ve naçin û em ê bi ser van bûyeran de biçin. Jixwe em çûn û me rapor amade kirin. Me ev li dîrokê qeyd kir. Hem di hiqûqa navxweyî de û hem jî di hiqûqa navdewletî de em ê şopdarê van bin. Dadmendiya herî mezin jibîrnekirina heqîqetê ye. Em ê li pey vê heqîqetê bin."