Însiyatîfa Kurdistanê Biparêze li Silêmanî daxuyaniyeke girseyî ya çapemeniyê da

Însiyatîfa Kurdistanê Biparêze (Defend Kurdistan) ku PDK'ê nehiştî li Hewlêrê daxuyaniyê bide û ji otêlê derkeve li Silêmanî bi rengekî girseyî daxuyaniya çapemeniyê da.

Parlamenter, senator, siyasetmedar û şaredar jî di nav de heftiya bihurî ji gelek deverên cîhanê mirov çûbûn Hewlêrê.

Ji koma ku ji 150 kesî pêk dihate nîvî zêdetir an hatibûn dersînorkirin an jî nehiştibûn ku biçin Hewlêrê.

Şandeya aştiyê ku bi qasî 70 jê li Hewlêrê mabûn ji bo ku daxwaz û helwesta xwe diyar bikin xwestibûn ku li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyaniyê bidin lê PDK'ê ew asteng kiribûn. Otêla ku şande lê dima ji hêla Asayîşê ve hatibû dorpêçkirin, şandeyê 14'ê Hezîranê li otêla ku lê dima daxuyanî dabû û avabûna Insîyatîva Parastina Kurdistanê ragihandibû.

Şandeyê dixwest li deverên ku dewleta Tirk dagir kriiye lêkolîna bike, li deverên navborî ziyana li ser gel, sirûşt û ekolojiyê tespît bike û bike rapor. Li gel astengiyan jî şande li ser van daxwazên xwe rawestiyaye.

Şandeya ku PDK'ê nehişt li Hewlêrê ji Otêlê derkeve çû Silêmanî û li vir daxuyaniyeke girseyî da.

Însiyatîfê tehdeya PDK'ê ya li ser wan şermezar kir.

Însiyatîfê daxuyanî da û got, ''Em şandeya ku ji her devera Ewropayê ji bo aştî û azadiyê hatin Kurdistanê. Ji 14 welatan zêdetir siyasetmedar, akademîsyen, aktivîstên mafê mirovan, sendîkayî, feminîst, ekolojîst ji bo ku  li ser rûdanan di cih de bibin xwedî çavdêrî û dawî li şer û hilweşînîni bînin xwestin rabin ser piyan.

Bi 150 kesî, ji bo ku diyalogê di navbeyna aktorên siyasî yên Kurd de deynin, me xwest ku wekîlên hemû partiyan bibînin û serdana saziyên civaka sivîl bikin.

Ji bo ku em mafê sereke yê gelê Kurd biparêzin û helwesta xwe li dijî şerê herêmê par ve bikin me xwest ku Helkefta Kurdistanê  Biparêze li ber NY'yê bi daxuyaniyekê ragihînin. Me xwest ku serdana gundên şewitî bikin û bi mexdûrên şer re biaxivin.

Dema ku em nû çûne Hewlêrê rêveberiya PDK'ê nehişt ku em diyalogê bi aktorên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re denyin.  Saziyên ku me plansazî danîbû bi wan re biaxivin, ji bo ku bi me re rûnenin hatin çavtirsandin.

Beşekî mezin ê şandeyê nekarî were Kurdistanê. Li Dusseldorfê ya Elmanyayê 50 kes hatin dersînorkirin û li Dusseldorfê nehiştin ku 27 kes li balafirê siwar binin. Ev qedexeyên gerê siysasî ne û ti bingehên wê yên yasayî nînin.

Duşemê li dijî dagirkirina Kurdistanê piştî ku me Însiyatîfa Kurdistanê Biparêze ragihand, meşa me ya ber bi ofîsa NY'yê hate ragihandin û hêzên Asayîşê yên li dora otêla ku em lê diman ji hêla fizîkî ve em tehf dan û em tacîz kirin.

Em van kirinên derqanûnî û hemû zextên ku PDK'ê anî ser me em şermezar dikin. Bi hêviya ku em bi mêvanî werin pêşwazîkirin hatin vir lê miemeleya sûcdaran bi me kirin.

Em ji bîr nekin, dagirkeriya artêşa Tirk bi rengekî aşkere binpêkirina hiqûqa navnetewî ye û bêguman nayê qebûlkirin. Ji ber ku civaka dewletan a navnetewî li ser vê mijarê bêdeng û ti liv û tevgera xwe nîne û ji bo ku Tirkiye li gorî qanûnên navnetewî û hiqûqa mafê mirovan biçe tiştek nayê kirin em pê xemgîn bûn.

DAXWAZ

Divê êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê tavilê bêne rawestandin. Her wiha yekîneyên Tirk û çekdarên wan ên ji bo pereyan şer dikin, bên vekişandin. Em daxwaza van tiştan dikin:

-  Dagirkeriya dewleta Tirk, guhertina demografîk, kampanya tevlîhevkirin û paqijkirina etnîkî ya li Başûrê Kurdistanê rawestînin.

- Dawî li talankirin û wêrankirina xwezaya Kurdistanê bînin.

- Di qirkirina Kurdan de dawî li hevkariya hêzên herêmî û navneteweyî bê anîn.

- Gel, sazî û partiyên Kurd li dijî dagirkeriya Tirk li pişt berxwedana gerîla bisekinin û sekneke hevgirtî nîşan bidin.

- Na ji projeya Erdogan a neo-Osmanî ya li Rojhilata Navîn û Rojhilatê Derya Spî.

- Bila Kurdistan bibe herêmek ku ji dagirkeriyê hatiye paqijkirin."

BERNAMEYA ÎNSIYATÎFÊ YA LI SILÊMANIYEYÊ

Însiyatîf piştî daxuyaniyê wê serdana gora Sekreterê Giştî yê YNK'ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî bike.

Piştre jî serdana gorên lîderê Tevgera Goran Newşîrvan Mûstafa, hunermenda Kurd Merziye Rezazî û gorên gerîla û pêşmergeyên şehîd ên li Girdê Seyvanê bike.

WÊ MEŞ BÊ LIDARXISTIN

Însiyatîf wê 17'ê Hezîranê li Silêmaniyeyê ji bo pêşîgirtina li 'şerê navbera Kurdan' meşeke girseyî li dar bixe.

Însiyatîfê ji bo aştiya nava Kurdan bang li her kesî kir ku bi xurtî tevlî meşê bibin.