Hunermendên Başûrî: Em ji bo Qendîlê mertalên zindî ne!

Hunermend û helbestvanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîş û gefên dewleta Tirk çûn serdana Qendîlê û gotin, "Em jî mertalên zindî ne."

Gel û ciwanên welatparêz ên Başûrê Kurdistanê li dijî gefên dagirkeriyê yên rejîma AKP'ê rabûye ser piyan. Tevgera Ciwanên Welatparêz li dijî gefên dagirkeriyê, ji bo parastina Qendîlê roja 8'ê Hezîranê dest bi çalakiya mertalên zindî kir. Gel serdana konê çalakiyê dike.

'EM HEMÛ JI BO QENDÎLÊ MERTALÊN ZINDÎ NE'

Hunermend û helbestvanên Başûrî yên serdana konê çalakiyê kirin, helwesteke zelal li dijî dagirkeriyê nîşan dan û bang li hunermend, helbestvan, nivîskar û rewşenbîrên li çar parçeyên Kurdistanê kirin ji bo xwedî li Qendîlê derkevin. Ji hunermendan Casim Saz got, "Em dixwazin bê zanîn ku ji bo Qendîlê em hemû mertalên zindî ne."

'HINEK DIXWAZIN QENDÎLÊ BIFIROŞIN TIRKIYEYÊ'

Saz got, "Weke hunermendekî Başûrî ji bo destekê bidim çalakiya mertalên zindî ya ciwanan a li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatim Qendîlê. Ne tenê ew, em hemû ji bo Qendîlê mertalên zindî ne. Êrîşên dewleta Tirk ne tenê li dijî Qendîlê ne. Gefên li Kobanê, Efrîn, Bradost û niha jî li Qendîlê dixwe, vê rastiyê radixe pêş çavan. Dibêje ku wê Qendîlê dagir bike, lê em ê destûrê nedin vê yekê. Bang li hunermend, rewşenbîr, nivîskar û helbestvanên li Başûr dikim; em bi sirûd, helbest, çîrok û stranên xwe yên bi hestên neteweyî li ber dagirkeriyê rabin. Ji bo li ber dagirkeriyê rabin, em li cem ciwanên bûne mertalên zindî bisekinin. Qendîl ne tenê cihê gerîla ye. Gerîla ne tenê Qendîlê diparêze. Gerîla çar parçeyên Kurdistanê diparêze. Hinek hene dixwazin Qendîlê bifiroşin Tirkiyeyê. Dan pêşiya dijminên Kurdistanê. Rê li ber artêşa Tirk a dagirker vekirin."

'METIRSIYEKE MEZIN LI SER GEL Û WELATÊ ME HEYE'

Helbestvan Serdar Qadir jî di dema serdanê de got, "Ez ciwanên Kurd ên welatparêz pîroz dikim, ji ber vî karê xwe yê li dijî dagirkeriyê. Divê helbestvan, nivîskar û rewşenbîrên li çar parçeyan destekê bidin vê doza rewa. Metirsiyeke mezin li ser gelê me û welatêm e heye. Ji ber ku AKP û Tirkiye bi xeyalên Osmanî yên nû êrîşî welatê me û gelê me dikin. Armanca wan ji nû ve dagirkirina tevahiya Kurdistanê ye. Qendîl derbeke ku li dilê hemû dijminên Kurd û Kurdistanê ketiye. Nikarin Qendîlê dagir bikin. Ji ber ku gerîlayên Kurd bi şev û roj nasekinin û ji bo gel û welatê me têdikoşin. Qendîl xwedî dîrokekê ye. Qendîl tirs berdaye dilê Bexda, Şam, Tehran û Enqereyê. Dîroka Qendîlê bi heybet û berxwedêr e. Ji ber vê dîroka bi heybet û berxwedêr, dijminên Kurd û Kurdistanê heta niha nekarîne bikevin Qendîlê. Ji niha û pê ve jî wê nikaribin bikevin Qendîlê."