Hunermendan hevdîtin bi Wezîrê Pêşmergeyan re kirin

Komek ji hunermendên Kurd ên li Ewropayê, ji bo pêşî li êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û şerekî gengaz ê navbera hêzên Kurd bigirin, bi Wezîrê Pêşmergeyan re hevdîtin kirin.

Heyeta hunermendan ku ji Şivan Perwer, Diyar Dersim, Firmêsk Hafiz, Hesen Şerîf û Beser Şahîn pêk tê, li Hewlêrê serdana Wezareta Pêşmergeyan kir.

Heyet ji aliyê Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl ve hate pêşwazîkirin. Civîn li çapemeniyê girtî pêk hat.

Hunermend Şivan Pewer piştî hevdîtinê daxuyanî da û got, "Em weke hunermendên Kurd hatine başûr û me daxwazên xwe gihandin Wezareta Pêşmergeyan. Wezaretê bi germî pêşwaziya me kir û em kêfxweş bûn."

Şivan Perwer da zanîn ku bûyerên rû didin, bûye sedema gelê Kurd pê bi êşe û wiha pêde çû; "Dijminên gelê Kurd dixwazin Kurd li hemberî hev şer bikin, em dizanin û divê her kes jî vê bizane. Başûrê Kurdistanê ji bo gelê Kurd destkeftiyek mezine, divê em herêmê weke çavê xwe biparêzin. Ji bo aştiyê çi erkek bikeve ser milê me hunermendan, em amade ne û kuderê pêwîst be emê serdana wir bikin."

Piştî wê hunermend Diyar Dersîm jî bersiva rojnamevanan da û got; "Me tikaya hunermendan ji bo Wezareta Pêşmerge anî. Em dixwazin pêşmerge erk û rolek erênî bigre ser xwe. Em naxwazin di navbera pêşmerge û gerîla de ti şerek biqewime. Çawa li Kerkûk, Kobanê pêşmerge û gerîla bi hevre dijî dijmin şer kirin, îro jî em dixwazin heman ruh derkeve holê. Bila dayîkên Kurdistanê carek din rondik ji bo şehîdên navxweyî nerijin."

Diyar Dersim di dewama axaftina xwe de got ku wan weke hunermendên vî gelî, daxwaz ji pêşmergeyan kirin û Wezareta Pêşmergeyan jî soz da wan. Hunermend Diyar Dersim got; "Wezareta Pêşmerge soz da me ku ew ê şerê navxweyî nexwazin. Ji ber ku şer tenê xizmeta dewleta tirk a dagirker dike."

Diyar Dersim da zanîn ku ew ê serdana saziyên ragihadinê jî bikin û sibe daxuyaniyek çapemeniyê lidarbixin.