BI DÎMEN

'Hunerê bi pêş bixînin, dest ji xeyalên xwe bernedin'

Zarokên ku duh li pey xeyalên xwe yên paşerojê ketibûn, îro xeyalên xwe pêk anîne û bûne mamosteyên hunera xwe. Kemal Cûma ev 4 sal in li tembûrê dixe û stranan distrê.

Di kesayeta xwe de hunera Kurdî dît û pêşketina xwe weke erkekê girt ser milên xwe. Bi armanca pêkanîna xeyalên xwe yên paşerojê gelekî ked da û xwe pêşxist. Zarokên ku bi şoreşê re mezin bûne û her cure êş û êşkence dîtine û hêza xwe ji Şoreşa Kurdistanê digirin ku ev yek di warê fikr û hunerê de wan gelekî pêş dixe. Kemal Xelîl Cûma, ji bajarê Kobanê ye û 22 salî ye. Kemal Cûma li Zanîngiha Rojava xwendekarê Beşa Bijîşkî ye. Cûma têkildarî xeyalên xwe û hunera xwe ji ajansa me re axivî.

DI 18 SALIYA XWE DE DEST BI HUNERA XWE KIRIYE

Kemal Cûma da zanîn ku wî di 18 saliya xwe de dest bi hunera xwe ya lêxistina tembûrê kiriye ku ev yek anîn ziman: ‘’Tembûr ji bo min enstûrmaneke girîng e û di jiyana min de cihekî tembûrê yê teybet heye. Min di 18 saliya xwe de dest bi vê hunerê kir. Beriya wê jî min ji tembûrê hez dikir. Her ku civatek çêdibû, min di civatan de stran digotin û her kesî jî ji dengê min hez dikir. Her wiha bêyî ku kesek nîşanî min bide, ez bi xwe fêr bûm. Di destpêka fêrbûna min de awazê tembûra min zêde baş nebû. Lê belê min gelekî ked da û xwe di warê lêxistina tembûrê de pêş xist. Her wiha derfetên min gelekî kêm bûn û zehmetî pir bûn. Yek ji wan jî xwendina min bû.  Lê dîsa jî min li malê di demên xwe yên navberê de hewl dida ku xwe pêş bixim. Hin hevalên min jî diçûn perwedeya tembûrê her wiha ez ji wan jî fêrî hin tiştan dibûm.”

Kemal Cûma bal kişand têkiliya di navbera muzîk û gotinan de û ev yek anîn ziman: “Min du caran li ser dikê bêyî ku li tembûrê bixim, stran gotin. Her wiha berovajî wê yekê carna jî bêyî ku stranan bibêjim min li tembûrê dixist. Bi demê re min hîs kir ku di navbera herduyan de têkiliyeke xurt heye û di rewşên wiha de min kêmasiyek hîs dikir. Mirov dikare bibêje ku muzîk bêyî gotin û gotin jî bêyî muzîk nabe. Yanî her du hev temam dikin. Ez bi straneke gelêrî bêşdarî Mîhrîcana Biharê ya Zanîngeha Rojava bûm. Ez gelekî  kêfxweş im ku bi saya Şoreşa Rojava em huner û xeyalên xwe pêk tînin û xwe di huner û çanda xwe de pêş dixin.’’

Kemal Cûma destnîşan kir ku di çanda gelê Kurd de tembûrê cihekî taybet û girîng heye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Dema ku Kurdek li tembûrê dixe, gelek êş, çîrok û berxwedanî derdikevin holê. Sedema vê yekê jî ew e ku gelê Kurd şahidiya êşên gelek mezin kiriye û li dijî gelê Kurd gelek komkujî pêk hatine. Her wiha bang li nifşê nû û ciwanan dikim ku xwe di hunera ku jê hez dikin de pêş bixin û bila tu carî dev ji xeyalên xwe bernedin.’’