Girtî Bekir Kaydu hat berdan

Bekir Kaydu ê ku piştî 15 salan ji girtîgehê derket got, "Hevalên me li bendê ne ku têkoşîn bê mezinkirin."

BEKÎR KAYDU 15 SALAN  GIRTÎ MA

Bekir Kaydu ku li Girtîgeha Tîpa S a Manavgat a Antalyayê dihat ragirtin, hate berdan. Kaydu, li Amedê ji hêla malbata xwe ve hat pêşwazîkirin. 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê 15 sal cezayê hefsê li Kaydu biribû û Kaydu ji sala 2010’an ve girtî bû. Kaydu, di vê pêvajoyê de li girtîgehên Amed, Edîrne, Bandirma û herî dawî li Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê ma. 

 
Kaydu piştî temamkirina înfaza cezayê xwe hat berdan û hat Amedê. Kaydu, li Amedê ji hêla malbata xwe ve bi çîçekan hate pêşwazîkirin. Kaydu wiha got: “Li girtîgehan berxwedan û têkoşînek heye. Em ji serkeftinê bibawer in. Hevalên me li bendê ne ku têkoşîn bê mezinkirin. Dixwazin ku her kes li gorî derfetên xwe di têkoşînê de cih bigirin. Binpêkirinên li girtîgehan didomin. Lê moralê hevalên me xweş e.”