Li Amedê li nava kolanê qetlîama jinan
Li navçeya Rezan a Amedê Hîlal Kar a 33 salî ji aliyê hevjînê ku bi mehra mele pê re zewiciye di nava kolanê de hat qetilkirin. Di bûyera ku polîs dereng hat de faîl bi teqsiyê reviya.
Li navçeya Rezan a Amedê Hîlal Kar a 33 salî ji aliyê hevjînê ku bi mehra mele pê re zewiciye di nava kolanê de hat qetilkirin. Di bûyera ku polîs dereng hat de faîl bi teqsiyê reviya.
Li taxa 5’ê Nîsanê ya navçeya Rezan a Amedê Hîlal Kar dema li kolanê dimeşiya bi çekê gule lê hatin barandin. Li ser îxbarê tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê li cihê bûyerê tespît kirin ku Kar jiyana xwe ji dest daye.
Hate diyarkirin ku Kar ji aliyê M.D. (40) yê bi mehra mele pê re zewiciye hatiye qetilkirin.
Cenazeyê Kar a dayika 3 zarokan ji bo otopsiyê birin morga Saziya Tiba Edlî (ATK).