Li Şengalê semînera TAJÊ û YJŞ’ê

Bi pêşengtiya TAJÊ û YJŞ’ê li ser girîngiya xweparastinê ji bo civaka Êzidî û ji bo jinan, li Dîgûrê semînerek hevpar hate dayîn.

SEMÎNERA TAJÊ Û YJŞ’Ê

Di çarçoveya kampanyaya TAJÊ ya, ‘Li dijî qirkirina jin, bibe dengê xweparastinê’ li komelgeha Dîgûrê ya Şengalê semînerek ji aliyê kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ve hate dayîn. Semîner ji bo jin û mêran hate dayîn.

Di semînera ji aliyê yek ji fermandariya YJŞ’ê Axîn Întîqam ve hate dayîn de, îşaret bi van xalan hate kirin: “Em hemû şehîdên fermanê bi bîr tînin. Di oxira rizgarkirina Şengalê de me bi sedan şehîd dan. Ji bo rizgarkirina her jin û zarokê me şehîd dan û Êzidxana pîroz bi xwînê rizgar kir. Piştî rizgarkirina Şengalê gavekî mezin hat avêtin, ew jî birêxistinkirina Şengalê bû. Civaka Şengalê ji bo ku xwe biparêze û di her milî de bihêz bisekine, xwe birêxistin kir.”

Fermandara YJŞ’ê Axîn Întîqam di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser pêşengiya jinan a ji bo xebatên xweparastinê û wiha anî ziman: “Yek ji tiştên bi qîmet ku hat avakirin, li Şengalê birêxistinkirina meclîsên jinan bû. Jin ji bo ku bibin xwedî îrade; dersên ku ji fermanê hatin girtin avakirina meclîsan bû. Ji bo ku xwedîderketin li çand, ol û baweriya Êzidayetiyê çêbibe jinan berpirsiyarî girt û roleke mezin lîstin. TAJÊ îro gavên mezin di vê riyê de diavêje. Kampanyaya ku bi navê ‘Li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ hatiye destpêkirin; bi pêşengiya dayikên me yên ku di meclîsan de kar dikin, dimeşe lê erk û rola me jî ew e ku em xwedî lê derkevin û mezin bikin. Ji bo wê jî em bang dikin ku her kes xwedî lê derkeve.”

Axîn Întîqam weke din bal kişand ser lingê hêza leşkerî û girîngiya wê û got: “Yek ji şaxên xweparastinê jî aliyê leşkerî ye. Ji bo wê jî banga me ji bo hemû ciwanan ewe ku berê xwe bidin nava refên YJŞ’ê û YBŞ’ê û çeka bi dehan hevalên şehîd li erdê nehêlin. Ji bo em xwedî li hebûna xwe derkevin divê em xwedî li keda şehîdan derkevin. Xîret, zanebûn û hêzeke mezin pêwîste û bi vî rengî em dikarin li kampanyayê xwedî derkevin.”