HRE'yê nasnameya şervanekî xwe yê şehîd bûye, eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand, ku şervanê wan Beylan Leylûnî di 10'ê Îlonê de şehîd ket.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku şervanê wan Mihemed Cuma (Beylan Leylûnî) di 10’ê Îlonê de li herêma Efrînê şehîd bûye.

Di berfirehiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Serdemê de hevrêyê me Mihemed Cuma bi nasnav Beylan Leylûnî, roja 10’ê Îlonê dema li ser erka xwe bû, şehîd ket.

Hevrêyê me Beylan ji bajarê keleha berxwedanê Efrînê ji dayik bûye. Di destpêka Şoreşa Rojava de ji bo parastina gelê xwe û parastina nirxên mirovahiyê cihê xwe hem li çeperan hem jî di gelek kar û xebatên din de girt. Di berxwedana Serdemê ya Efrînê de bû şahidê vê berxwedana dîrokî û rola xwe lîst. Piştî dagirkirina Efrînê, hem ji bo rizgarkirina Efrînê hem jî hêrsa xwe ya li dijî dewleta Tirk a dagirker, hevrê Beylan di nava hêzên me da cihê xwe girt û heya kêliya şehadetê jî bi fedakariyeke mezin xebat meşand.

Em wek Hêzên Rizgariya Efrînê di şexsê hevrêyê me şehîd Beylan de hemû lehengên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Di serî de ji malbata hevrêyê xwe yê şehîd re û gelê xwe re dibêjin serê we sax be.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Beylan Leylûnî
Nav û Paşnav: Mihemed Cuma
Navê Dayikê: Besma
Navê Bav: Elî
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê, 10 Îlon 2022