HRE'yê li dagirkeran da: 5 çete hatin kuştin, 9 jî birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku li herêmên dagirkirî di encama çalakiyên hêzên wan de 5 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin, 9 jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser çalakiyên xwe yên vê dema dawiyê li dijî dagirkerên dewleta Tirk li dar xistin, daxuyaniyek weşand.

Li gorî daxuyaniyê, di navbera 26 û 31'ê Gulanê de rêze çalakî hatine lidarxistin û agahiyên berfireh jî wiha ne:

"26'ê Gulanê li herêma Efrînê, li ser rêya Raco, di encama çalakiya sabotajê de 3 çete hatin kuştin, 7 çete jî brîndar bûn.

27'ê Gulanê li nêzî gundê Beradê yê navçeya Şêrawa, di encama çalakiya sekvanî de çeteyek hat kuştin.

30'ê Gulanê, li gundê Til Malid ê bajarokê Marê, di encama çalakiyek taybet de çeteyek hat kuştin, 2 çete brîndar bûn. Di vê çalakiyê de her wiha doçkayek tevî pîkaba xwe hat ruxandin.

31'ê Gulanê li gundê Til Malid ê bajarokê Marê, hêzên me çalakiyek din li dar xistin. Encama vê çalakiyê nehat zelalkirin. Di heman rojê de, li pêşiya bajarokê Marê, li hember çeteyên dagirker çalakiyek din hat lidarxistin. Encama vê çalakiyê jî nehat zelalkirin. Di  heman rojê de, li gundê Qitmê ya navçeya Şera, li hember çeteyên dagirker çalakiyek sabotajê hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehat zelalkirin.

Bi giştî di wan çalakiyan de, qasî ku hat zelal kirin 5 çete hatin kuştin, 9 çete jî brîndar bûn."