HPG: Yên ku xwezaya Kurdistanê talan dikin wê bêceza nemînin!

HPG'ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker xwezaya Kurdistanê talan dike û got, "Çawa ku ev sûc bêceza namîne, divê kes nebe şirîkê dewleta Tirk a ji bo talankirina Kurdistanê."

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Dewleta Tirk a mêtinger li gel hewldanên xwe yên dagirkeriyê, bênavber bombardûmanê li erdnîgariya Kurdistanê dike û hem daristanan dişewitîne, hem jî daran dibire. Bi taybetî vê dema awiyê li herêmên Metîna, Zap, Avaşîn û qadên Geliyê Şêx Cûma û Şehîd Mizgîn ên herêma Xerzanê ya Bedlîsê, artêşa Tirk a dagirker bi destê çete û kontrayan daran dibire. Dewleta Tirk a dagirker ku li dijî gelê Kurd sûcê qirkirinê dike, di heman demê de bi talankirina xwezaya Kurdistanê sûcekî mezin dike. Çawa ku ev sûc bêceza nayê hiştin, divê kes nebe şirîkê dewleta Tirk a ji bo talankirina erdnîgariya Kurdistanê."