HPG: Wesayîta zirxî hate rûxandin, 9 leşker hatin kuştin

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku 4’ê Cotmehê gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên artêşa Tirk ên ewlekariya rêya Qereqola Şuwê ya bajarokê Bajêrgeh ê Geverê rûxandine, 9 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî çalakiya li bajarokê Bajêrgehê agahî parvekir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

“Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, hêzên me roja 4'ê Cotmehê saet di 06:40 de, li bajarokê Bajêrgeh ê navçeya Gever a Colemêrgê li hemberî leşkerên ku ewlekariya karê çêkirina rê ya ji bo qereqola Şuwê dikirin, çalakiyeke sabotajê kirin. Di encama çalakiyê de wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Reo bi temamî hate rûxandin. Ji leşkerên di hundirê wesayitê de bûn, 9 leşker mirin, 4 jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê, hêzên dagirker bi çekên giran gule li derdorê reşandin. Artêşa TC a dagirker, leşkerên xwe yên mirî û birîndar saet di 08:00 de bi gelek wesayitên zirxî ji herêmê derxist.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Roja 4'ê Cotmehê saet di navbera 22:00 - 22:30 de, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li girê Zendûra yê herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barand.”