HPG: Pêşengî ji berxwedanê re kirin

HPG'ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir û got, "Bi her awayî tevlî vî şerî bûn, pêşengî ji berxwedanê re kirin ku li dijî êrîşên dijmin her roj mezin dibe û bi vê pêşengiyê gihîştin asta şehadetê."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehîdên Zapê ev agahî parve kir:

"Herêma Zapê ku di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de bi bexwedana xwe ya destanî navê xwe li dîroka têkoşînê ya gelê me nivîsand, îro jî bi rengekî hêjayî vî navê xwe, berxwedanê xurt dike û mîna ku beriya niha kir, careke din dersên dîrokî dide artêşa Tirk a dagirker. Ji bo herêma Zapê ku têkoşîn bi îradeyeke ji pola lê dimeşe veguhere keleheke bi vî rengî ya berxwedanê, bêguman rola şehîdên me yên leheng diyarker e. Wan, di vê rêya jiyaneke bi rûmet û azad de, weke rêwiyên demên herî bi wate, her kêliyên xwe bi berxwedan û têkoşînê hûnandin. Ji bo gelê me li welatekî azad û bi rûmet bijî, bi sekneke fedaî ya ku ti carî û li ti deverê nehatiye dîtin, li hemberî kapîtalîzmê ku sîstema herî giran a li dijî mirovahiyê ye û li dijî mêtingeriya Tirk ku hevkarê wê yê xwecihî ye, şer kirin.

Hevrêyên me Sara, Seher, Seyitxan, Zana û Brûsk jî bi her awayî tevlî vî şerî bûn û li dijî êrîşên dijmin pêşengî ji berxwedanê re kirin û bi vî rengî şehîd bûn. Ev hevrêyên me yên hêja ku her yek ji wan ji qadeke cud ya Bakurê Kurdistanê hatin, di Apogeriyê de gihîştin hev û bûn mizgîniya serketinê.

Di serî de malbatên hêja yên van lehengan hevrêyên me Sara, Seher, Seyitxan, Zana û Brûsk ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me mezin kirin, em sersaxiyê ji gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Sara Agirî Serhildan
Nav paşnav: Salîha Kaya
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Ayşe-Kemal
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Hezîrana 2022 / Zap

Nasnav: Seher Denîz
Nav paşnav: Hatîce Ateş
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Fatma-Abdulazîz
Dem û cihê şehadetê: 18'ê Tîrmeha 2022 / Zap

Nasnav: Seyîtxan Elegez
Nav paşnav: Azad Karakûş
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Halîme-Cahît
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Hezîrana 2022 / Zap

Nasnav: Zana Amed
Nav paşnav: Abdullah Kan
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Kewê-Şerîf
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Hezîrana 2022 / Zap

Nasnav: Brûsk Amed
Nav paşnav: Hasan Akdemîr
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Habîbe-Mehmet Sadik
Dem û cihê şehadetê: 18'ê Nîsana 2022 / Zap

SARA AGIRÎ SERHILDAN

Herêma Serhedê ya welatparêz, bi xwedîderketina li meşa azadiyê ya gelê me re, ku Rêber Apo ji xweliyên wê jinûve afirand, di pêşvebirina têkoşîna me de tevkariyên mezin kir. Herêma Serhedê ku timî dilsozê nirxên Kurdistanî ma û çand û dîroka me timî lê zindî ye, mîsyona xwe ya berxwedêriyê ti carî ji dest neda û bû yek ji qadên destpêkê ku têkoşîna me ya azadiyê ya Kurdistanê lê girseyî bû.

Hevrêya me Sara jî li Agiriyê ku pêşengiyê ji çanda berxwedanê ya Serhedê re dike, li nava malbateke me ya hêja ya dilsozê çanda Kurdistanî ji dayik bû. Hevrêya me ku li nava malbateke welatparêz a li Giyadînê mezin bû, mîna gelek Kurdên ku ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger ve mehkûmî xizaniyê hate kirin û hewl dide bi keda xwe li ser piyan bimîne, kedkarî zû nas kir. Hevrêya me Sara li hemberî şert û mercên giran û zexta civakî têkoşiya, taybetmendiyên jinê yên kevneşop ên li malê rûniştî ku sîstemê afirandiye, qebûl nekir û her cara ku firsend dît ev yek ji bo pêşvebirina xwe bi kar anî. Hevrêya me Sara bi hewldana xwe çû zanîngehê, di beşa elektrîk-elektronîkê de xwend û di dema xwendina zanîngehê de derfet dît ku tevgera Apoyî ji nêz ve nas bike ku timî meraq dikir û dişopand. Hevrêya me Sara Îdeolojiya Rizgariya Jinê nas kir ku Rêber Apo pêşkêşî jinên bindest hemûyan kiriye, lehengên ku ji aliyê PKK'ê ve hatine afirandin nas kir û tevlî karên ciwanan bû. Di nava sîstemê de ku jin tune tê hesibandin, îdeolojiya Rêber Apo hêz û moraleke mezin da wê. Weke jinekê her ku xwe nas kir, hîn bêhtir bû dilsozê Rêber Apo û têkoşînê. Ji bo bibe milîtaneke rêya rast a Rêber Apo bêsekin ked û hewl da.

Hevrêya me Sara bi karê ciwanan re hem pêşengîj i ciwanên Kurd re heml jî ji civaka Kurd re kir, hewl da wan zane bike û bi têkoşîneke hîn xurtir bersiv da zextên rejîma Tirk a faşîst. Li dijî zilm û zordariya dagirkeran, hevrêya me Sara bi nasnameya jin a azad li ber dijmin rabû. Dewleta Tirk a mêtinger ku hewl dida serî bi hevrêya me Sara bide tewandin, îradeya hevrêya me bişikîne û wê ji Rêberê me û tevgera me dûr bixîne, ew girt. Hevrêya me Sara sê salan li Erzîromê li zindanên dewleta mêtinger dîl hate girtin û mîna bi hezaran hevrêyên me pêvajoya zindanê ji xwe re kir dibistaneke pêşvebirinê. Her ku ji aliyê îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bir, hîn bû ku weke jinekê ji hêza xwe bawer bike û nasnameya xwe ya jin a azad bêhtir destnîşan kir. Sala 2015'an piştî ku ji zindanê derket, bi daxwaz û enerjiyeke hîn mezintir li Amed, Riha, Stenbol û gelek bajarên Kurdistanê, her wiha li metropolên Tirkiyeyê pêşengî ji karên jin û ciwanan re kir. Hevrêya me Sara bi felsefeya Rêber Apo jiyana azad û rasteqîn nas kir û qaşo derfetên ku sîstemê pêşkêş dikir, red kir û sala 2016'an tevlî nava refên gerîla bû.

Demekê di nava karên Komalên Ciwan de ma, danhevî û tecrûbeyên xwe gihand hevrêyên xwe yên ciwan, piştre jî ji bo karibe li nava refên Gerîlayên Azad ên Kurdistanê şareza bibe derbasî qada perwerdeyê bû. Hevrêya me Sara bi perwerdeyê xwe ji nû ve afirand, di şexsê hevrê Sara (Sakîne Cansiz) de ku navê wêl i xwe kir, ji bo hêjayî şehîdan bibe bi her awayî tevlî nava têkoşînê bû. Li her qada ku lê ma, bû milîtaneke mînak a xeta PKK û PAJK'ê, bi hevrêyên xwe re bû yek, pratîkeke xurt nîşan da. Hem ji aliyê îdeolojîk hem jî leşkerî ve zû xwe bi pêş ve bir, danheviyeke mezin kom kir, derbasî herêma Zapê bû û heta şehîd bikeve têkoşîneke bênavber meşand.

Hevrêya me Sara refên grîla weke 'warê avakirina jiyana nû' pênas kir û ji bo her kêliya jiyana gerîla ya pîroz bi wate bike, têkoşiya. Ji xwe re kir esas ku hevrê Zîlan û Sema bişopîne, bi vî rengî bi fedaîtî jiyan û şer kir. 14'ê Nîsanê li hemberî êrîşa dagirkeriyê ya ku dewleta Tirk a faşîst mêtinger li ser Zap, Avaşîn û Metînayê da destpêkirin, tevî hevrêyên xwe derba destpêkê li dagirkera xist. Hevrêya me Sara li Herêma Berxwedanê ya Kurojahro di çeperan de pêşengî ji berxwedanê re kir û soza da şehîdên pîroz bi cih anî. Heta kêliya şehadetê, bêteredût li dijî dagirkeran şer kir û bû yek ji mînakên herî bedew ên jin a Kurd a bi rûmet. Hevrêya me Sara bû mînaka şênber a têkoşîna me ya ber bi serketinê ve.

SEHER DENÎZ

Hevrêya me Seher li Mêrdînê ji dayik bû, ku ev herêm yek ji wan deveran e pêşengiyê ji Şoreşa Kurdistanê re dike. Lê belê malbata wê di salên 1990'î de ji ber zexta dijmin koçî Elmanyayê kir, lewma li Elmanyayê mezin bû. Hevrêya me Seher tevî ku bi zarokatî ji Kurdistanê çû, ji nirxên welatparêzî û çanda xwe qut nebû. Bi bandora malbata xwe ya welatparêz, her tim Rêbertî, gerîla û gelê me hîs kir. Di heman demê de zextên dijmin ên li ser gelê me timî şopand. Lewma tevî ku bi salan li navendên kapîtalîzmê ma, hestên wê yên welatparêziyê timî paqij ma. Hevrêya me Seher gava bû ciwan, ji bo karibe bersivê bide êşên gelê me kete nava lêgerînê. Di pêvajoyekê de ku hin kes ji bo jiyana xwe ya şexsî welatê me Kurdistanê diterikînin û jiyaneke bêrûmet qebûl dikin, hevrêya me Seher ji bo rûmeta gelê me hewl da hîn bêhtir têbikoşe. Tevî ku derfetên xwe yên madî gelek bû û mamostetî dikir, ev derfet hemû red kir û biryar da tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêya me Seher bi vê biryara xwe derbeke mezin li sîstema kapîtalîst xist ku dixwaze gelê me ji rastiya xwe qut bike û asîmîle bike.

Hevrêya me Seher li ser vê bingehê sala 2016'an berê xwe da welatê xwe Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, xwe bi îdeolojiya azadiyê ya Rêberê me perwerde kir, bandora sîstema kapîtalîst ji ser xwe avêt û hewl da li cewhera xwe vegere. Di vê mijarê de gelekî ked da, fedakarî kir û di encamê de jî bi ser ket. Her wiha xwe li ser rastiya şehîdan perwerde kir, mejiyê xwe bi bîranîn, lehengî û fedaîtiya şehîdan zelal kir û her tim hewl da li ser şopa şehîdan bimeşe. Hevrêya me Seher bi tevlîbûna xwe ya bêhesab û bêteredût, bû milîtanek ku hevrêyên wê ji xwe re bikin mînak. Her wiha bi kesayetiya xwe ya pak û durust, bi kenê xwe ku timî li ser rûyê wê bû, bû çavkaniya moralê ji hevrêyên xwe re, bû milîtaneke Apoyî ya pêşeng. Hevrêya me Seher ji bo bersivê bide vê pêvajoya zehmet a ku gel û tevgera me tê de ye, her tim kete nava hewldanan. Bi taybetî di vî şerê ku 7 sal in bênavber dewam dike û wê paşeroja gelê me diyar bike, xwest mîsyona xwe bi cih bîne. Bi perwerdeyên wergirtî di şerê gerîla de bû pispor, lê belê ev yek ji bo xwe têrker nedît. Ji bo karibe di asta fedaîtiyê de tevlî bibe biryar da ku beşdarî nava rêxistiniya Hêzên Taybet bibe û tevlî karên Hêzên Taybet bû. Di nava Hêzên Taybet de bi kesayetiya xwe ya kedkar, bi dilsoziya xwe ya bi armanca xwe û bi biryara xwe ya di azadiyê de bû xwedî meşeke serketî. Hevrêya me Seher di vî karî de ji bo serketî bibe, her tim encamên serketî wergirt. Bi vê taybetmendî û nêzîkatiya xwe li nava hevrêyên xwe bû cihê baweriyê.

Hevrêya me Seher bi dilgermiya xwe, bi baweriya xwe ya li xetea azadiya jinê, weke jinekê xwe ji nû ve nirxand û li dijî pîvanên jiyanê yên ku sîstema bi serweriya mêr li jinê ferz dike, têkoşîneke bêeman meşand. Di encama vê têkoşîna xwe ya xurt de bi gavên mezin ber bi azadiyê ve meşiya û bû fermandareke Apoyî ya azad.

Weke fermandareke pêşeng, dema ku êrîşên dijmin li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê destpê kir, bêteredût bi bawerî û wêrekiya ji îdeolojiya Apoyî wergirtî têkoşiya û li dijî artêşa Tirk a dijminê mirovahiyê şer kir. Hevrêya me Seher bi vê sekna xwe ya pîroz careke din xeta fedaîtiyê serwer kir û bû mînakek ku ti carî neyê jibîrkirin.

Gelê me ji roja destpêkê ve xwedî li Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê derket û bi serhildanên gel silav kir. Rêber Apo ku bi felsefeya xwe, gelê me yê li ber tunebûnê ji nû ve afirand, rastiya Kurdan a ku di asta înkarkirina xwe bi xwe de bû, guhert û rastiya gelekî afirand ku dîroka têkoşîn û berxwedanê dinivîsîne. Pêla şoreşgerî ya li Kurdistanê bandor li her beşên civakê yên li Kurdstanê kir û ew kir navenda berxwedanê.

SEYÎTXAN ELEGEZ

Eşîra me ya Giravî ya welatparêz, ji roja destpêkirina têkoşîna me û vir ve di nava şert û mercên herî giran de jî bêteredût xwedî li berxwedana gelê me derket û bi sedan ewladên xwe yên leheng tevlî nava refên PKK'ê kir. Hevrêyê me Seyîtxan jî weke endamekî eşîra me ya Giravî ya welatparêz ku bi rengekî xurt xwedî li nirxên PKK'ê derdikeve li navçeya Payîzava ya Wanê ji dayik bû. Têkoşîna me zû nas kir, hîn ji zarokatiyê ve bûbû heyranê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê. Ji ber zext û êrîşên dewleta Tirk a dagirker neçar ma ku tevî malbata xwe di sala 1998'an de koçî yek ji metropolên dewleta Tirk Îzmîrê bike, lê hesreta welêt timî di dilê wî de mezin bû. Kekê hevrêyê me Seyîtxan, Şehîd Seyîtxan Giravî (Seyîthan Karakûş) sala 2002'an li dijî êrîşên tunekirinê yên li Rêberê me û gelê me dihate ferzkirin, ji bo hesab ji dagirkeran bipirse tevlî nava refên gerîla bû. Pitşî ku li qadên herî dijwar û zehmet ên Zagrosan gerîlatî kir, derbasî herêma Dersimê bû û sala 2007'an şehîd bû. Mîrateya hevrêyê me Şehîd Seyîtxan Giravî (Seyîtxan Karakûş) di hişê hevrêyê me Seyîtxan de timî zindî bû. Hevrêyê me siyaseta dewleta Tirk a mêtinger a ji bo dejenerekirina ciwanên Kurd û dûrxistina ji têkoşîna baş fêhm kir û her tim sekneke zelal li dijî dagirkeran nîşan da. Hevrêyê me, zanîngeh weke firsendek ji bo vegera li xaka Kurdistanê dît û li Zanîngeha Dîcleyê beşa matematîkê qezenç kir, bi vî rengî derbasî navenda berxwedana Kurdistanê Amedê bû. Hevrêyê me Seyîtxan tiştên ku sîstemê pêşkêşî wî dikir ti carî qebûl nekir û weke şopdarekî xeta şehîdan ji xwe re kir esas ku tevlî nava têkoşîna azadiyê bibe. Hevrêyê me Seyîtxan demekê li nava karên ciwana ma û zû fêhm kir ku têkoşîna herî xurt a li dijî dagirkeran û dagirkeriyê li nava refên gerîla dibe, lewma sala 2015'an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.

Cewhera esasî ya PKK'ê ew e ku rastiya şehîdan a ji aliyê partiya me PKK'ê ve hatiye afirandin û têkoşîna şehîdên me ji aliyê hevrêyên mayî ve bê dewrgirtin û bênavber bê dewamkirin. Li ser vê bingehê her şehadet dibe hinceta têkoşîneke hîn xurtir. Hevrêyê me Seyîtxan jî li ser şopa yek ji ewladên leheng ên Botanê û fermandarê me yê pêşeng Şehîd Kûrtay Feraşînan meşiya, navê kekê xwe Şehîd Seyîtxan Giravî li xwe kir û di şexsê wî de ala têkoşîna şehîdên me yên nemir bi serbilindiyeke mezin hilda.

Hevrêyê me Seyîtxan piştî perwerdeyê derbasî herêma Zapê bû û li vê derê dest bi meşa azadiyê kir. Bi rengekî bêhempa tevlî kar bû û li nava jiyanê û şer bû pêşeng ji hevrêyên xwe re. Bi kesayetiya xwe ya têkoşer zû hînî qadê bû. Di nava jiyana PKK'ê de ku dibistaneke mezin e, mîna ku xwe ji nû ve biafirîne perwerde kir û bi pêş ve bir. Li hemberî pirsgirêkan teqez rêyeke çareseriyê peyda kir. Hevrêyê me Seyîtxan bû parêzvanekî bi biryar ê xeta milîtaniyê ya partiya me, bû şopdarekî mînak ê Rêber Apo. Bi hevrêtiya pîroz a PKK'ê bû yek, ji bo hevrêyên xwe bi pêş ve bibe gelekî hewl da. Her zor û zehmetî ji bo xwe kir amûreke pêşvebirina xwe. Hevrêyê me Seyîtxan têkoşîneke hêjayî şehîdan be meşand.

Hevrêyê me bi qasî qada îdeolojîk di qada leşkerî de jî xwe bi pêş ve bir û di xeta fermandariyê de ya bersivê dide pêwîstiyên demê û gerîlatiya şareza de zû bi pêş ket. Li hemberî êrîşa dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker ku şeva 14'ê Nîsanê destpê kir, li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara tevî hevrêyên xwe derba destpêkê li dijmin xist û heta roja şehîd bikeve bênavber li dijî dagirkeran şer kir, di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de beşdarî gelek çalakiyên xurt bû. Hevrêyê me Seyîtxan bi jiyan, tevlîbûn, şer û sekan xwe ala berxwedanê ya Kûrtay Feraşîn, Serhed Giravî û Seyîtxan Giravî bi rengekî hêja hilda û talîmata serketinê da hevrêyên xwe. Têkoşîna hevrêyê me wê ji aliyê hevrêyên wî ve teqez bê biserxistin.

ZANA AMED

Bajarê me Amed ê welatparêz, bi serhildanên xwe bû tirsa dilê dewleta Tirk a dagirker. Amed yek ji wan qadên destpêkê ye ku têkoşîna me ya azadiyê ya Kurdistanê lê girsreyî bû, her demê jî di piştgiriya girseyî ya ji bo têkoşînê û tevlîbûna li nava refên gerîla de mîsyona xwe ya pêşengiyê ya dîrokî bi rengekî hêja bi cih anî.

Hevrêyê me Zana li bajarê me yê welatparêz ê Amedê li nava malbateke hêja ji dayik bû ku ji malbata wî tevlîbûn li nava refên têkoşînê çêbû. Ji ber siyaseta mêtingeriyê ya dewleta dagirker, mîna gelek malbatên Kurd di nava zor û zehmetiyên madî de mezin bû. Vê yekê kir ku hevrêyê me Zana rastiya dijmin û kedê zû nas bike. Hevrêyê me li Amedê bi kevneşopiya serhildanê û têkoşînê mezin bû, zext û zilma dewleta Tirk a faşîst û artêşa wê ya li dijî gelê me ji nêz ve dît. Li dijî dewleta dagirker bû xwedî hêrseke mezin û di temenekî ciwan de dest bi têkoşînê kir. Hevrêyê me Zana ku beşdarî nava karên ciwanan bû ji aliyekî ve li dijî siyaseta înkar û îmhayê li ber xwe da, li ailylê din partiya me PKK û Rêbe Apo ji nêz ve nas kir. Li hemberî polîtîkaya asîmîlasyonê ya ku sîstem li dijî ciwanên Kurd dimeşîne, gelekî hewl da ku ciwanên Kurd zane bike. Her ku felsefeya Rêbertî hîn bû, bêhtir pê ve hate girêdan û gihîşt wê baweriyê ku ji bo gelê me bibe xwedî paşerojeke azad, divê li çiyayên Kurdistanê têkoşîna gerîla bê meşandin. Li ser vê bingehê sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû, rêya rast a têkoşînê nîşanî ciwanên Kurd ên bi rûmet da.

Hevrêyê me Zana di demeke kurt de hînî jiyana gerîlatiyê bû ku timî xeyalê wî bû, piştî perwerdeyê derbasî qada Zapê bû û li gel hevrêyê xwe bêrawestan beşdarî nava karên şoreşê bû. Hevrêyê me bi rewşa xwe ya dînamîk û ciwantiya xwe bal kişand ser xwe û di nava jiyanê de bi rola pêşengiyê rabû. Hevrêyê me Zana ku bala xwe gelekî li ser qada leşkerî bû, di bikaranîna gelek çekan de şareza bû û di taktîkên gerîla de demeke kurt bû pispor. Li ser taktîkên gerîla yên dema nû xwe kûr kir û ji bo bixe pratîkê gelekî hewl da. Li gel temenê xwe yê ciwan jî bi pratîka xwe barê qada lê bû hilda ser milê xwe, ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêz û moralê. Ji bo di felsefeya Rêber Apo de kûr bibe her tim hewl da, tiştên hîn bû jî bi hevrêyên xwe re parve dikir. Hevrêyê me Zana bi ruhê milîtaniyê yê hevrêyê me Şehîd Alî Çîçek ku Stêrka Sor a partiya me bû, bi biryardarî xwedî li nirxên şehîdên me yên pîroz derket û jir oja ku tevlî bû heta şehîd bikeve milîtanî jiya û şer kir.

Hevrêyê me Zana bû yek ji hevrêyên me yên destpêkê ku li dijî êrîşa dagirker a dewleta Tirk a mêtinger ku 14'ê Nîsana 2022'an li Zapê da destpêkirin, bersiva destpêkê da. Li qada Zapê ku bi dilsozî li wir bû, tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên mezin li artêşa Tirk a dagirker hat xistin, bû yek ji mînakên bijarte yên berxwedana me ya dîrokî. Hevrêyê me Zana ku bi dînamîzma ciwantiyê bi biryardarî li ser şopa şehîdên me yên nemir meşiya, kedeke mezin da. Sekn, jiyan û şerê hevrêyê me Zana wê ti carî neyê jibîrkirin, têkoşîna wî wê ji aliyê hevrêyên wêı ve bê biserxistin.

BRÛSK AMED

Amed, yek ji cihên ku gavên destpêkê ya partiya me PKK’ê lê hatiye avêtin û li dijî êrîşên dagirkeriyê Berxwedana Zindana Amedê ya dîrokî pêş ketiye û di dîroka gelê me de bûye xwedî cihek girîng. Gelê me yê Amedê ku ji roja destpêkê ya têkoşîna me heta niha li hemberî dagirkeriyê serî natewîne, zarokên xwe yên herî leheng şandin refên têkoşînê. Bajarê me yê serhildanê Amed ku kevneşopiya Serhildan lê hatiye afirandin û herî zêde tê naskirin, nifşekî nû ku bi çanda PKK’ê mezin bûye afirandiye. Ciwanên welatparêz ên Amedê li dijî êrîşên asîmîlasyon, înkar û îmhayê li çiyayên azad ên Kurdistanê têkoşîna xwe hilbijart û plan û êrîşên qirêj ên dagirkeran pûç kir.

Hevrêyê me Brûsk li navçeya Licê ya Amedê di malbateke ku di têkoşîna me ya welatparêzî û azadiyê de ku pêşengiya çanda berxwedan û serhildanê kiriye de ji dayik bû û mezin bû. Hevrêyê me yê ku ji biçûkatiya xwe de Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kir, taybetmendiyên kesayeta herêmê ku mîraseke xurt a welatparêziyê ye, bi dest xist. Ji ber zext û êrîşên dewleta Tirk a faşîst bi malbata xwe re koçî navenda Amedê kir û li wir mezin bû. Hevrêyê me Brûsk bû şahidê qirkirina çandî û ya fîzîkî ku dijmin pêk tîne. Serdema ciwantiya hevrêyê me bi salên ku gelê me yê Amedê herî zêde di nava têkoşînê de cih girtiye. Hevrêyê me yê ku dît zarok û extiyar ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin, li hemberî dagirkeran bi hêrs bû. Di heman demê de Berxwedana Kobanê ya ku bandor li hemû cîhanê kir ji nêz ve şopand. Bi felsefeya Rêber Apo, şerê rûmetê yê gelê me yê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê û serketina dîrokî ya ku bi dest xistiye, wê ji bo hevrêyê me Brûsk bibe wesîle ku rastiya gelê me bêyî xweparastin nikare hebûna xwe biparêze û azadiya xwe misoger bike derxe zanistiyê.

Hevrêyê me Brûsk ê ku êrîşên îmhayê yên dewleta Tirk a faşîst a di Berxwedana Rêveberiya Xweser de ku li bajarên Kurdistanê bi dirûşma siberoja azad dest pê kir, bi taybetî di Berxwedana Sûrê de dît, hêrsa xwe bi rêxistinkirina têkoşînê girêda. Hevrêyê me yê ku bi armanca parastina mîrateya Berxwedana efsanewî ya Sûrê û gihandina wê ber bi serkeftinê ve, bi tevlîbûna nava xebatên ciwanan gavên destpêkê yên têkoşînê avêt. Hevrê Brûsk, jiyana ku ji rêgezên bingehîn ên jiyana mirovan tine têne hesibandin, jiyanek bênasname û ji çand û zimanê gelê Kurd yê kevnar ku înkar dike, red kir. Hevrêyê me Brûsk ku bi çanda berxwedanê mezin bû û bi erkên xwe dizane, sê salan bi awayekî aktîf beşdarî xebatên ciwanan bû û kedeke mezin da, ji bo jiyaneke bi rûmet têkoşiya. Hevrêyê me yê ku demeke kurt hatibû girtin, rastî êşkence û zextên dagirkeran hat. Hevrêyê me Brûsk ku bi hesteke mezin a tolhildanê li dijî dewleta Tirk a dagirker derket, di sala 2017’an de tevlî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê ku qada herî bi bandor a têkoşînê ye. Bi tevlîbûna xwe hem bersiva pêwîst da dagirkeran û hem jî qada têkoşînê ya rastîn nîşanî ciwanên Kurd ên bi rûmet da.

Hevrêyê me Brûsk ku di asteke diyar de di xebatên ciwanan de xwe pêş xist, bi perwerdeya ku di nava refên gerîla de dît, vê yekê hîn kûrtir kir. Bi taybetmendiyên xwe yên gihîştî, bi disîplîn û pratîka xwe zû tevlî jiyana çiya û gerîlatiyê bû. Kesayetiya wî ya mêrxas û çalak hişt ku di demeke kurt de di warê leşkerî de pispor bibe. Hevrêyê me yê ku di demeke kin de bû pisporê taktîkên gerîla, bi tevgera xwe ya li herêma Zapê dest bi pratîka xwe ya yekemîn a gerîla kir. Li Zapê ji hevrêyên xwe hînê jiyanê dibe û tirşe dixin nava dijmin. Di gerîlatiya serdemê de bi pijiyayî di jiyan û pratîkê de mazin dibe. Hevrêyê me Brûsk ku bi girîngiya kedê dizane, bê dudilî beşdarî jiyan û têkoşînê dibe.

Hevrêyê me Brûsk ku li Zapê ya ku bi kelecaneke mezin pê ve girêdayî ye, bi vîn û îradeyeke bêsînor li ber xwe dide, yek ji hevrêyên me bû ku di operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker a di 14’ê Nîsanê de dabû destpêkirin de çek hilgirtibû û xwe gihandiye mewziyê û derbeya yekemîn li dagirkeran xistiye. Hevrêyê me Brûsk ku yek ji hevrêyên me bû ku çirûska yekemîn a berxwedana dîrokî ya ku li herêma Zapê destpê kir vêxist, heta kêliya şehadeta xwe bi îradeyeke mezin li ber xwe da û derbên giran li dagirkeran xistiye. Nirxên ku hevrêyê me Brûsk afirand ku bi tevlîbûna bêsînor di têkoşîna me ya azadiyê de bi fedakarî jiya û têkoşiya, wek hevrêyên wî em soza têkoşîna wî bi serketinê tacîdar bikin didin.”