HPG: Li Zapê dagirkerek hate cezakirin

HPG'ê diyar kir ku li rojavayê Zapê di çalakiyên gerîla de dagirkerek hate cezakirin, derb li qemyoneke dagirkeran hate xistin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl

4'ê Çileyê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li hemberî dagirkerên ku dixwestin bi teqemeniyên qedexekirî bombeyan li çeperên me yên şer bibarînin, bi sabotajê çalakî hate kirin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

4'ê Çileyê saet di 10:10 û 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li 2 çeperan hate xistin.

4'ê Çileyê saet di 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dema ku dagirker ketin nava liv û tevgerê bi çekên giran li wan htae xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

6'ê Çileyê saet di navbera 08:30 û 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran dest li liv û tevgera dagirkeran hate werdan û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

6'ê Çileyê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

4'ê Çileyê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran derb li qemyoneke dagirkeran hate xistin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî;

4 û 6'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, çeperên me yên şer 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî û 3 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

4'ê Çileyê li herêma Zapê çeperên me yên şer ên li Şehîd Diyar 2 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

5 û 6'ê Çileyê li herêma Metînayê qadên Bêşîli, Şêlazê û Serê Metîna 8 caran, li herêma Xakurkê qadên Ava Lolanê, Sinînê, Kolîtê 6 caran, li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qadên Girê Amediyê û Girê Bahar 4 caran, li herêma Qendîlê qadên Girê Casûdan û Balayan 4 caran; bi giştî 22 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. Ji ber van bombardûmanan tiştek bi hêzên me nehatiye.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."