HPG: Li Zapê dagirkerek hate cezakirin

HPG'ê diyar kir ku di 8-10'ê Kanûnê de li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 4 çalakî hatin lidarxistin. Hate ragihandin ku artêşa Tirk jî bi dehan caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

8'ê Kanûnê saet di 07:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên grian û nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekê hate xistin.

9'ê Kanûnê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

10'ê Kanûnê saet di 11:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan, liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

10'ê Kanûnê saet di 08:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekê hate xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî;

8'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya herêma Metînayê çeperên me yên şer 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

8'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya li herêma Zapê, çeperên me yên şer carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

8, 9 û 10'ê Kanûnê li herêma Garê Deşta Kafya, Gundê Şiyê 3 caran, li herêma Metînayê Gundê Şêlazê, Serê Metîna 4 caran, li herêma Xakurkê Ava Lolanê, Goşînê, Sinînê, Girê Berbizina, Xinêra Jor 7 caran, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 3 caran; bi giştî 17 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

8'ê Kanûnê herêma Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."