HPG: Li Xakurkê û Colemêrgê bi kêmanî 2 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla yên li Xakurkê û Colemêrgê de bi kêmanî 2 leşker hatine kuştin.

HPG’ê ragihand ku çalakî 15-16’ê Hezîranê pêk hatine. Di daxuyaniyê de li ser çalakiyan ev agahî hatin parvekirin:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî tevgera dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê 16’ê Hezîranê saet 13:40’ê li Girê Şehîd Bager çalakiyeke ya sabotajê pêk hat. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

15’ê Hezîranê saet 01:30’î hêzên me, li dijî Qereqola Deştanê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrêg çalakiyek lidar xistin.

Di vê çalakiyê de ku ji du baskan ve li çeper û kozikên dijmin hatin xistin,  2 çeper hatin rûxandin, bi qasî hate zelalkirin leşkerek hatiye kuştin.

LI ŞIRNEXÊ ŞER

12’ê Hezîranê li devera Şêxler a girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer derketiye. Têkildarî agahiyên li ser vê mijarê em ê piştre agahiyan bi raya giştî re pave bikin.

LI MÊRDÎNÊ OPERASYON Û ŞER

12’ê Hezîranê hêzên me li geliyê gundê Kurike yê girêdayî navçeya Mehsert a Mêrdînê rastî hêzên dijmin tên, li vir şer rû dide. Piştî şerekî dem kurt, artêşa TC’ê bi balafirên şer qadê bombe dike. Di vî şer û bomberdûmanê de ti winahiyên hêzên me nîne.

Piştî bomberdûmanê ji bo şewata li herêmê bê vemirandin welatiyan xwestin biçin agir vemirînin, lê hêzên dagirker rê nedane welatiyan. Her ku li ser operasyonê agahî bên girtin wê bi raya giştî re bê parvekirin.”