HPG: Li tûnelên şer berxwedana gerîla didome

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand dewleta Tirk a dagirker li dijî tûnelên şer çekên kimyewî bi kar tîne, li tûnelên berxwedaniya gerilyan didome.

HPG'ê têkilî êrîşên Tirk ên li ser Wan, Metîna, Avaşîn û Şirnexê û berxwedana gerîla agahî da.

Daxuyanî wiha ye:

''1. Artêşa TC'ê ya dagirker 19'ê Tebaxê li Şaxê ya Wanê, qada Kato Xelîla piştî ku bi balafirên şer û helîkoptêrên êrîşê bombe kir operasyoneke berfireh a dagirkirinê da destpêkirin. Agahiyên berfireh ên derbarê operasyona domdar piştre bi raya giştî re wê werin parvekirin.

Li herêma Metîna;

-20'ê Tebaxê saet di navbeyna 20:00-22:30'î de li xeta Qaşûra tevgera helîkoptêran çêbûye. Eynî saetan li navçeya Amediyê Kanî Masiyê gundê Kêste, Hirorê, Serarû, Deşîşê, Êdinê, qadên Koordîne, Girê Zendûra, Kela Qumriyê bi helîkoptêrên êrîşê û obûsên qereqolên li ser sînor hatine bombekirin.

Li herêma Avaşînê;

Ji 19'ê Tebaxêû pê de artêşa TC'ê tûnelên şer ên li qada Werxêlê bi çekên giran bombe dike.

-20'ê Tebaxê saet heta 10:00'an tûnelên şer ên li qada Girê Sor bi teqemenî û çekên giran hatiye bombekirin.

-20'ê Tebaxê saet di navbeyna 10:30-14:30'n li dijî tûnelên şer ên li qada Werxêlê gaza kimyewî hatiye bikaranîn. Eynî rojê saet di navbeyna 14:30-01:00'an de li dijî tûnelên şer çekên giran û teqemenî hatiye bikaranîn.

Li ser qadê tevgera dronan didome.

Di daxuyaniya xwe de ya 16'ê Tebaxê me bi raya giştî re par ve kiribû, artêşa TC'ê ya dagirker 27'ê Tîrmeha 2021'an li ser Elkkê ya Şirnexê li qada Meydana operasyoneke berfireh a dagirkeriyê daye destpêkirin, dema êrîşên giran ên hewayî û şer hevrêyê me Jîn Ronî (Dicle Uzum) bi lehengî şer kiriye û şehîd bûye. Dema şer hevrêya me Gulgeş Zîlan Serhat (Gulgeş Tatli) birîndar bûye di destê dijmin de hêsîr bûye. Hevrêya me Gulgeş li gel êşkenceta dij mirovî jî serê xwe li ber dewleta TC'ê ya dagirker netewandiye.''