HPG: Li Tendûrekê tu gerîla şehîd nebûne
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku berovajî îdîayên çapemeniya alîgir a dewleta Tirk, li Tendûrekê tu gerîla şehîd nebûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku berovajî îdîayên çapemeniya alîgir a dewleta Tirk, li Tendûrekê tu gerîla şehîd nebûne.
HPG’ê, têkildarî çalakiyên gerîla yên li Şirnex û Şemzînanê jî agahî da.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Duyemîn a Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, li dijî leşkarên artêşa Tirk a dagirker li navçeyên Gever, Şemzînan a Colemêrgê çalakî lidar xistin.
14’ê Îlonê saet 19:00’an hêzên me yên YJA Star, li dijî leşkerên artêşa Tirk a li Girê Bayê yê Geverê çalakiyek sekvaniyê lidar xistin Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.
LI ŞEMZÎNANÊ ÇALAKÎ
Dîsa heman rojê hêzên me saet 14:00’an li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li Girê Kurê Mizgeftê yê girêdayî Şemzînanê bi cih bibûn çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiya çeperên dijmin bi xurtî hate lêxistin de, têkildarî hejmara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
LI ŞIRNEXÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Serdem û Nûdem de, 13’ê Îlonê saet 20:30’an li dijî leşkerên artêşa Tirk a mêtînger yên li girê ewlekariya Qereqola Kereş a girêdayî navçeya Cizîr a Şirnexê çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiya çeperên dijmin hatin lêxistin de bi qasî hate zelalkirin leşkerek hatiye kuştin.
Artêşa Tirk piştî çalakiyê qad bi obus û hewan bombe kiriye.
DAXUYANIYEK TÊKILDARÎ TENDÛREKÊ
Artêşa Tirk 13’ê Îlonê saet 06:30’an bi alîkariya yekîneyeke veşartî li herêma Gordê ya girêdayî Çiyayê Tendûrekê dest bi operasyonekê kirine. Artêşa Tirk a dagirker heman rojê saet 09:30’an bi balafirên şer û saet derdorî 11:00’an jî bi helîkopterên Kobra dever bombe kiriye.
14’ê Îlonê saet 03:00, hêzên dagirker bi alîkariya balafirên keşfê yên bê mirov qad bi obus û hewanan bombe kiriye.
Çapemeniya şerê taybet di vê operasyona ku artêşa TC’ê dabû destpêkirin, bi nûçeyên derew ku 5 gerîlayên me şehîd ketine servîs dikin. Di êrîşa pêkhatî de ti windahiyên me çênebûne.
XEBATÊN RÊ YÊ BI ARMACA ŞER
Dewleta Tirk a mêtînger bi alîkariya atêşa dagirker xebatên çêkirina rê ya bi armanca bikaranîna rêyên leşkerî dewam dikin. Kesên ku li ser rêya navbera navçeyên Tetwan û navçeya Xîzan a Bedlîsê de kar dikin, bi dehan car ji aliyê gerîlayên me ve hatine hişyarkirin.
Li ser guhnedana van hişyariyan hêzên me 14’ê Îlonê saet 15:30’an li hemberî xebata çêkirina rê çalakiyeke ya hişyariyê hatiye kirin.