HPG: Li Tendurekê 10 dagirker hatin kuştin

HPG'ê ragihand ku li herêma Tendurekê di çalakiya gerîla de 2 çawişên pispor hatine kuştin. Hate ragihandin ku li heman qadê wesayiteke zirxî ya dagirkeran bi kendêl wer bûye û di encamê de 8 dagirker mirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:

"29'ê Tîrmehê, artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Navrê yê li qada Tendurekê ya navçeya Bazîdê ya Agiriyê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir. Saet di 02:30'î de yekîneyeke operasyonê ya dagirkeran ji aliyê hêzên me ve hate kontrolkirin û ji cihekî nêz ve lê hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 çawişên pispor hatin cezakirin. Dagirkeran piştî çalakiyê bi wesayitên zirxî xwestin dest li qadê werdin û wesayiteke zirxî bi kendêl ve wergeriya. Di encamê de 8 dagirker mirin.

Artêşa Tirk a dagirker ku di vê operasyonê de derbeke giran xwar 1'ê Tebaxê neçar ma xwe vekişîne.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

1'ê Îlonê saet di navbera 14:00-17:00 de li herêma Avaşînê bi çekên giran li dagirkerên li ser Girê Silêman hate xistin. Di van herdu çalakiyan de hedefên hatin diyarkirin bi rengekî serketî li wan hate xistin.

Li qada berxwedanê ya Cîloyê Biçûk ê herêma Zapê;

1'ê Îlonê saet di navbera 08:00-08:10'an de artêşa Tirk a dagirker bi gazên bi jehr û teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Cîloyê Biçûk barand. Dagirkeran piştî vê êrişê xwestin ber bi qada berxwedanê ve biçin, lê hêzên me ji du baskna ve bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di encama destwerdana berxwedêrên me de dagirker neçar man xwe vekişînin.

Li qada berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşînê;

1'ê Îlonê saet di navbera 14:00-02:30'î de artêşa Tirk a dagirker bi gazên bi jehr û 7 caran bi teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand.

Li ser qadên berxwedanê liv û tevgera droneyan û balafirên keşfê dewam dike.

28'ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker li herêma Besta ya Şirnexê dest bi operasyoneke berfireh a dagirkeriyê kir. Di dema vê operasyonê de qadên Mewuşkê, Korta Xanê, Besta Blûzerê, Girê Firinê, Şehîd Armanc, Xirbik û Apê His bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin. Di encama vê bombardûmanê de agir bi qada operasyonê ket. Ev operasyon hîn jî dewam dike.

1'ê Îlonê saet di navbera 07:10-15:10'an li herêma Garê gundên Şiyê û Rêdinê bi balafirên şer hatin bombekirin."