HPG: Li Metînayê 5 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li qada Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakî kirin û 5 dagirker ceza kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

Hêzên me yên YJA Starê 27'ê Hezîranê saet di 05:45'an de li Geliyê Girê Azad bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

27'ê Hezîranê saet di 15:50'î li dijî dagirkerên li zeviyên gundê Êzidiyan bi sûîqestê çalakî hate kirin û dagirkerek hate cezakirin.

27'ê Hezîranê saet di 19:00 de li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Çiya bi sûîqestê çalakî hate kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin. Saet di 19:30'î de radarek li ser vî girî hate îmhakirin. Saet di 20:30'î de dagirkeran bi helîkopteran bombe li qadê barandin. Saet di 22:00 de jî dagirkerê hate cezakirin bi helîkopterê ji herêmê hate birin û hêzên xwe yên li vê qadê guhertin.

27'ê Hezîranê saet di 22:00 de li dijî dagirkerên li ser Girê Koordîneyê çalakiyeke gerîla ya koordîneyî hate lidarxistin. Kozikeke çeka A4 tevî dagirkerên tê de bû hedefa çalakiya ji du aliyan ve. Li vê derê 2 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

27'ê Hezîranê saet di navbera 20:30 û 23:30'î de helîkopter li ser qadên Girê Silêman, Tabûra Ereban û Girê Sor geriya. Saet di navbera 23:20 û 01:00 de helîkopteran bombe li qadên Werxelê û Kîlîseyê barandin.

Sibeha 27'ê Hezîranê dagirkeran bi bombeyên gazê êrişî çeperên şer ên li qada Girê Sor kirin. Hêzên me dest ji dagirkeran werdan.

Dewleta Tirk a dagirker bi balafir û obusan êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û helîkopter li herêmê geriyan.

Agahiyên berfireh ên têkildarî liv û tevgera dijmin wiha ye:

27'ê Hezîranê saet di 08:00 de Girê Berbizina yê li qada Goşînê ya herêma Xakurkê hate bombekirin.

27'ê Hezîranê saet di 19:20'î de balafirên şer bombe li qada Karker a li herêma Zapê barandin.

27'ê Hezîranê saet di 20:00 de balafirên şer bombe li qada Werxelê ya herêma Avaşînê barandin.

27'ê Hezîranê saet di navbera 22:00-23:30'î de qada Tîpa T a herêma Zapê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.

28'ê Hezîranê saet di navbera 06:00-06:30'î de zeviyên gundên Kêste, Hirorê û Birîfka yên herêma Metînayê bi obusên ji qereqolên li ser sînor hatin avêtin, hate bombekirin.

Di van êrişan de tiştek bi hêzên me nehatiye."