HPG: Li Lêlkan, Berwarî, Gever û Çelê 26 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li Lêlkan, Berwarî, Gever û Çelê li dijî artêşa Tirk çalakî li dar xistine û di van çalakiyan de bi giştî 26 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên li Lêlkan, Berwarî, Gever û Çelê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

LI LÊLKANÊ 6 ÇEPER HATIN ÎMHAKIRIN Û 19 LEŞKER HATIN KUŞTIN

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me di 29’ê Gulanê de li dijî artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê hin çalakî li dar xistine. Kitekitên çalakiyan wisa ne;

Saet di 10.00’an de hêzên me li dijî artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê ya li Girê Lêlikan ê li herêma Sidekayê çalakiyek li dar xistiye. Hêzên me ji nêz ve ji 4 aliyan ve li çeperên dijmin dane. Li vê derê 6 çeper û stargeheke dijmin hatiye îmhakirin, bi qasî ku hatiye tespîtkirin 19 leşkerên dijmin hatine kuştin. Di vê çalakiyê de rêhevalê me Şahan Tolhildan şehîd bûye yê ku bi qehremanî çûye ser çeperên dijmin. Piştî çalakiyê balefirên şer ên artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê derdora Girê Lêlikanê bomberdûman kiriye.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye:

Nasnav: Şahan Tolhildan
Nav û Paşnav: Ozan Salan
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik – Bav : Yadîgar - Abdûlhakîm
Cih û Dema Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medyayê / 29’ê Gulana 2018’an

Di saet 14.30’an de hêzên me li dijî hêzên dijmin ên li Girê Lêlkanê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hêzên me ji 2 milan ve li dijmin dane û bi qasî ku hatiye tespîtkirin leşkerekî dijmin hatiye kuştin.

LI GEVERÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Saet di 19.30’an de hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Evliya ya Gevera Colemêrgê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 4 leşkerên dijmin hatine kuştin.

Hêzên me saet di 05.30’an de li dijî artêşa Tirk a dagirker a li Girê Kuroşîno ya Çelêya Colemêrgê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatiye tespîtkirin.

LI BERWARÎ ÇALAKIYA SÛÎKASTÊ: 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de di 29’ê Gulanê de saet di 15.00’an de li dijî qereqola Osyanê ya Berwariya Sêrtê hin çalakiyên sûîkastê li dar xistine. Di van çalakiyan de 2 leşker hatine kuştin.

ÎHA HATE DERBKIRIN

Di 28’ê Gulanê de nîvro hêzên me ÎHA’yek (Wesayîta Bêmirov a Hewayî) kirine hedef ya ku li ser Qada Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê difiriya. Di vê çalakiyê de ÎHA’yê derbe xwariye û ji qadê dûr ketiye.