HPG: Li Lêlikanê 2 leşkerên dijmin hatin kuştin

HPG'ê ragihand ku li qada Lêlikanê ya herêma Xakurkê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê hatiye kirin û di encamê de 2 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev daxuyanî weşand:

"Artêşa TC a dagirker 14'ê Gulanê li qada navbera Girên Kevortê û Lêlikanê yên herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi operasyonekê kir. Ev operasyon 15'ê Gulanê bêencam bi dawî bû. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî kepçeyeke artêşa TC a dagirker çalakiyeke sabotajê kirin ku ber bi Girê Lêlikanê ve diçû. Di çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê leşkerên xwe yên mirî bi wesayitên zirxî ji herêmê bir.

13'ê Gulanê saet di navbera 13:00-14:00 de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li Geliyê Avaşînê yê herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

15'ê Gulanê saet di 10:30'î de balafirên şer bombe li qada Kartal a li herêma Avaşînê barandin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye."