HPG: Li Heftanînê herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin

HPG'ê ragihand ku li Heftanînê di çalakiyeke sabotajê de 3 dagirker hatine cezakirin û wesayiteke leşkerî hatiye îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de;

27'ê Tebaxê saet di 10:00 de li qada Şehîd Kendal li dijî wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Reo ku li cihekî navbera qadên Deriyê Dawetiye û Girê Şehîd Rênas di rê de bû, hêzên me bi rengê sabotajê çalakî kirin. Di encama vê çalakiyê de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker birîndar bûn û wesayit tevî cebilxaneya tê de hate îmhakirin. Dagirkeran piştî çalakiyê kuştiyên xwe bi helîkopteran ji herêmê birin.

Li qada berxwedanê ya Werxelê ya li herêma Avaşînê;

28'ê Tebaxê saet di navbera 10:30-02:30'î de qada berxwedanê ya Werxelê bi gazên bi jehr û teqemeniyan hate bombekirin.

29'ê Tebaxê saet di navbera 03:00-09:20'î de artêşa Tirk a dagirker bi gazên bi jehr û balafirên şer bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand û piştre xwest bi pêş ve biçe. Bi destwerdana berxwedêrên Werxelê re dagirker bêyî ku encamê bi dest bixin vekişiyan.

Liv û tevgera droneyan û balafiên keşfê ya li ser qadên berxwedanê dewam dike.

28'ê Tebaxê saet di navbera 23:15-00:45'an de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Girê Sor, Girê Spî, Girê Silêman, Mervanos, Tabûra Ereban geriyan. Li quntara Girê Şehîd Rizgar, Girê Şehîd Elî yên li qada Stûnê û Werxelê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

28'ê Tebaxê saet di navbera 22:00-01:00 de li herêma Metînayê helîkopter li ser xeta Qaşûrayê geriyan. Heman demê li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê derdora gundên Hirorê, Dêşîşê, Derarê, Kêste û Seraru, qadên Girê Koordîne, Girê Zendûra, Girê Şehîd Çiya bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

28'ê Tebaxê saet di 18:30'î de li herêma Zapê gundê Kêlê yê li qada Sîdayê ji aliyê qereqolên li ser sînor bi obusan hate bombekirin."