HPG: Li Heftanînê dagirkerek hate cezakirin

Li qada Bektorya ya Heftanînê di 2'ê Cotmehê de li dijî leşkerên Tirk ên li ser Girê Kato Sulê çalakiyeke sûîqestê hate lidarxistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Di 1'ê Cotmehê de saet 08:40'î hêzên me bi çekên ferdî li qereqola Girê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê dan. Di çalakiyê de kamerayeke mobese hate îmhakirin, derb li çekeke A4 hate xistin.

Hêzên me 2'ê Cotmehê li qada Bektorya ya herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li ser Girê Kato Sulê çalakiya sûîqestê kirin. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin."