HPG: Li Heftanînê 5 dagirker û 2 kontra hatin cezakirin -NÛ BÛ

Li Heftanînê di çalakiya gerîlayên YJA Starê de 5 dagirker û 2 kontra hatin cezakirin, çekek bombeavêj û çepera wê jî hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çalakiyên gerîla daxuyaniyek da.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê;

23'ê Tebaxê saet di 08:30'î de li herêma Bektoryayê hêzên me yên YJA Starê ji du baskan ve bi rengekî koordîneyî li dagirkerên li Girê Kato Sûlê xistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê, dema ku yekîneyeke dijmin a kontra û dagirkeran dixwest kontrola rê bike, ji nêz ve li wan da. Di vê çalakiyê de 2 dagirker û 2 kontra hatin cezakirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî li çeperekê xistin ku 3 dagirker û çekek bombeavêj tê de bûn. Di encama van çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin, çekek bombeavêj û çepera wê hatin îmhakirin.

Hêzên me yên YJA Starê ku di çarçoveya pêngavên şoreşgerî de derbên giran li dagirkeran xistin, di encama vê çalakiya serketî de 5 dagirker û 2 kontra ceza kirin; çekek bombeavêj û çepera wê îmhakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

23'ê Tebaxê saet di navbera 22:00-22:30'î de helîkopterên êrişê yên xwestin bombeyan li qadên Banista, Tabûra Ereban û Tîpa T bibarînin, bûn hedefa hêzên me. Di encama destwerdana hêzên me de helîkopterên ku derb xwarin neçar man ku ji herêmê biçin.

Li herêma Avaşînê li qadên berxwedanê yên Girê Sor û Werxelê;

23'ê Tebaxê hêzên me li dagirkeran xistin ên ku dixwestin ber bi Qada Berxwedanê ya Girê Sor ve biçin. Piştî vê destwerdana berxwedêrên Girê Sor, dagirkerên ku bêencam man neçar man xwe vekişînin. Saet di 16:30'î de bi teqemeniyan bombe li qada berxwedanê barandin.

23'ê Tebaxê saet di navbera 13:00-16:30'î de û 24'ê Tebaxê serê sibehê artêşa Tirk a dagirker li dijî qada berxwedanê ya Werxelê gazên kîmyewî bi kar anî. Heman rojê saet di navbera 17:30-22:20'î de bi helîkopterên êrişê û teqemeniyan bombe li qadên berxwedanê barandin. Dagirkerên ku piştî bombardûmanê xwestin bi pêş ve biçin, bi destwerdana xurt a berxwedêrên Werxelê neçar man xwe vekişînin.

Liv û tevgera droneyan a li ser qadên berxwedanê dewam dike.

23'ê Tebaxê saet di navbera 21:30-05:00 de li herêma Metînayê helîkopter li ser xeta Qaşûrayê geriyan. Heman saetê li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê derdora gundên Kêste, Hirorê, Seraru, Deşîşê, Êdinê, qadên Koordîne, Deraê û Kela Qûmriyê bi helîkopterên êrişê û qereqolên li ser sînor bi obus û hawanan hatin bombekirin.

23'ê Tebaxê saet di navbera 21:30-23:40'î de li herêma Avaşînê li qadên Mervanos, Tabûra Ereban, Girê Sor, Girê Spî û Girê Silêman helîkopter geriyan.

23'ê Tebaxê saet di navbera 22:00-23:30'î de li herêma Avaşînê qadên Girê Şehîd Rizgar, Dola Bizina û quntara Girê Kartal bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin. Ji ber bombardûmanê agir bi qadê ket û şewat hîn jî dewam dike."