HPG: Li Geverê wesayîta zirxî hate rûxandin

Gerîlayên HPG’ê li navçeya Gever a Colemêrgê bi çalakiyekê wesayîteke zirxî ya artêşa Tirk a dagirker rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyanî da û ev agahî parve kir: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, 25’ê Tebaxê saet 10:30’î li dijî wesayîta zirxî ya artêşa Tirk a dagirker ku li devera Şehîd Karker û Şehîd Gafûr a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê de di nava tevgerê de bû çalakiyeke ya bi taktîka sabotajê pêk anîne. Di vê çalakiyê de ku xurtî li dagirkeran hate xistin, wesayît bi temamî hate rûxandin. Hejmara leşkerên hatin cezakirin û birîndar bûbûn nehate zelalkirin.

Ev çalakî ji bo bîranîna Fermandar Egîd Garzan û herdu fermandarên Iraqî yên li gel wî şehîd bûbûn pêk hatiye.

ÊRÎŞÊN ESMANÎ YÊN BALAFIRÊN ŞER ÊN TIRK

Êrîşên balafirên şer ên artêşa TC ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dewam dike. Di vê çarçoveyê de;

28’ê Tebaxê saet di navbera 15:00 û 15:40’î de balafirên şer devera Gundê Fileha ya Herêma Zapê bombe kirin.

27’ê Tebaxê saet 14:30’î balafirên şer devera Qebra Zahir a Herêma Xakûrkê bombe kirin

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hevrêyên me nehatine.”