HPG: Li Colemêrg û Sîdekanê 15 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG'ê li herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê û li Colemêrgê li leşkerên Tirk a dagirker xistin. Di çalakiyan de herî kêm 15 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, çalakî di çarçoveya "Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî" de hatin kirin.

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên ji 24 heta 28'ê Gulanê hatin kirin agahiyên berfireh hatin dayin. Hate ragihandin ku li Şemzînanê 4 leşker, li bejahiya Colemêrgê 6 leşker û li Sîdekayê jî 5 leşkerên Tirk hatine kuştin. Hate gotin, li Çelê û Bedlîsê jî çalakî hatin kirin, lê belê li ser encamên çalakiyan agahiyeke zelal bi dest neketin.

LI ŞEMZÎNANÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ QEREQOLÊ: 4 LEŞKER MIRIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakî li dijî qerqolê hate kirin û ev agahî da:

"28'ê Gulanê saet 11'an, hêzên me li dijî qereqola Tisê ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeper û stargehên li qereqolê hatin xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin 4 leşkerên dijmin hatin kuştin."

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku 28'ê Gulanê saet 19:10'î gerîlayên HPG'ê li dagirkerên li ser girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê xistin, lê belê li ser hejmara leşkerên mirin û birîndar bûn agahiyeke zelal bi dest neket.

5 LEŞKER LI EVDILKOFÎ HATIN KUŞTIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku heman rojê saet 17:20'î li dijî leşkerên dagirker ên li ser girê Evdilkofî yê li herêma Sîdeka ya Başûrê Kurdistanê çalakî hatiye kirin û got, "Di vê çalakiyê de ku derbên giran li çeper û konên dijmin hatin xistin, bi qasî ku hate tespîtkirin 5 leşker hatin kuştin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêtin derdorê."

LI BEDLÎSÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ BENDA KONTROLÊ

Roja 28'ê Gulanê çalakiyeke din li Bedlîsê hate kirin: "Saet 10:20'î li dijî artêşa TC a dagirker ku hewl dida li ser rêya Tetwan û Xîzanê benda kontrolê deyne, çalakiyek hate kirin. Gule li yekîneya dijmin hate reşandin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin. Yekîneya dijmin a hewl dida benda kontrolê deyne, neçar ma xwe vekişîne."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 27'ê Gulanê artêşa TC a dagirker hewl da bi helîkopterên Skorsky leşkeran deyne qereqola Bîlgeçê ya li navçeya Pulur a Dersimê û hate gotin, "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ozan û Şehîd Roza Dersim de hêzên me heman rojê saet 17:20'î li helîkopterên ku hewl didan leşkeran deynin xistin. Helîkoptereke ku derb xwar, bêyî ku leşkeran deyne neçar ma ji herêmê biçe."

LI BEJAHIYA COLEMÊRGÊ LI YEKÎNEYA VEŞARTÎ HATE XISTIN: 6 LEŞKER MIRIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku 25'ê Adarê li Geliyê Kontranisê yê Colemêrgê bi desteka balafirên bê mirov operasyon hate kirin û di dema operasyonê de gerîla li yekîneyeke veşartî xistin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Heman rojê saet 18:00, hêzên me li dijî yekîneyeke veşartî ya tevlî operasyonê bû xistin. Ji nêz ve derb li yekîneya dijmin ahte xistin û 6 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn."

LI ÇELÊ ÇALAKÎ

Di dawiya daxuyaniya HPG'ê de hate gotin, "24'ê Gulanê saet 00:10 û 26'ê Gulanê saet 19:00, hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li ser girê Şundirê yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê 2 çalakî kirin. Di çalakiyan de li çeper û stargehên dijmin hate xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin."