HPG: Li Colemêrg û Bradostê 20 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê ragihad ku di çalakiyên li navçeyên Gever û Çelê yên Colemêrgê û herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê lidar xistin de, herî kêm 20 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di çarçoveya ‘Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî’ de li Colemêrg û Başûrê Kurdistanê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakiyên bi bandor kirine.

HPG’ê ragihand ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê di çalakiya 13-14’ê Hezîranê 3 çalakiyan de 12 leşker hatine kuştin. Di çalakiya li Gever a Colemêrgê ji sê baskan ve hate kirin de jî 7 leşker hatine kuştin.

DI 3 ÇALAKIYÊN LI ÇELÊ DE 12 LEŞKER HATINE KUŞTIN

HPG’ê têkildarî çalakiyan ev agahî parvekir:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî y Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de 13-14’ê Hezîranê li dijî hêzên dagirker gelek çalakî hatin kirin.

13'ê Hezîranê hêzên me saet 18:30'î li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Xeregol a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyeke ya sekaniyê lidar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

Hêzên me saet 08:30’î li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li girê Mergeniş ê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bibûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiya ku çeperên leşker lê bi awayekî xurt hate lêdan de, li vir çeperên dijmin hatin rûxandin û bi qasî hate zelalkirin 8 leşker hatin kuştin. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi obus û hewanan dever bombe kirin, kuştî û birîndarên xwe di saetên şevê de bi helîkopterên Skorsky ji qadê rakirin.

Saet 10:50’an jî hêzên me li dijî leşkerên li Girê Koordîne ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin. Di vê çalakiya li çepereke leşkeran ên li gir hate lêdan de, çeper bi temamî hate rûxandin û biqasî hate zelalkirin 3 leşker hetine kuştin. Piştî çalakiyê balafirên şer saet derdorî 16:00’an dever bi ketober bomberdûman kiriye.”

LI GEVER JI SÊ BASKAN VE ÇALAKÎ: 7 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Çalakiyeke din li navçeya Gever a Colemêrgê 14’ê Hezîranê hate lidarxistin. Agahiyên têkildarî çalakiyê wiha ne:

“Hêzên me yên YJA Star saet 19:30’î, li dijî leşkerên Tirk ên dagirker ên li devera Deriyê Cafer ê girêdayî navçeya Gever ya Colemêrgê bi cih bibûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiya de ku çeperên dijmin hatin hedefkirin, ji 3 baskan ve hatiye lêdan. Di vê çalakiyê de 7 leşeker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopterên Skosky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakirine.

LI SÎDEKANÊ ÇALAKIYA SEKVANÎ: LEŞKERKE HATE KUŞTIN

Hêzên me yên YJA Star saet 08:30’an de li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Lêlîkan ê girêdayî Herêma Bradost a Sîdeka ya Başûrê Kurdistanê çalakiyeke ya sekvaniyê lidar xistin û di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

LI LÊLÎKANÊ 2 ÇALAKÎ

Saet navbera 09:30 heta 14:20’an hêzên me li dijî leşkerên li Girê Kêlîkanê 2 çalakiyên cuda lidar xist. Di vê çalakiya ku çeper û konteynirên li gir hate hedefkirin û bi awayekî xurt hate lêdan de têkildarî hejmara kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin girtin.

LI DERSIMÊ KONTROLKIRINA NASNAMEYAN

13’ê Hezîranê saet derdorî 20:00-21:00’an Hêzên me yên YJA Star, rêya Pulur-Dersim kirin di bin kontrola xwe de û nasname kontrol kirine. Hêzên me yên kontrola rê kirin, têkildarî pêvajoyê gel agahdarkirine.”