HPG: Li çeperên dijmin ên li Girê Koordîne hate xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, ragihand ku gerîlayên HPG’ê 13’ê Îlonê li dijî leşerên arêtşa Tirk a dagirker li Girê Koordîne û Girê Şehîd Dîren çalakiyek lidar xistine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî çalakiyên gerîla û operasyoên artêşa Tirk daxuyaniyek nivîskî da.

HPG'ê nasnameya gerîlayekî ku li Amedê şehîd bibû jî eşkere kir.

Daxuyaniya HPG’ê ya li ser malpera fermî ya înternetê parvekirî wiha ye:

LI GIRÊ KOORDÎNE HATE XISTIN

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn de hêzên me 13’ê Îlonê saet di 08.00’an de li dijî leşkerên li Girê Koordîneyê û Girê Şehîd Dîrên ê li Çelê ya bi ser Colemêrgê çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin.

Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi obus û hawanan qad bomberdûman kirine.

Operasyona artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker a ku di 11’ê Îlonê de li qada Cîlo ya Geverê û û li qada Sumbulê ya Colemêrgê dabû destpêkirin, didome. 13’ê Îlonê saet di 13.30’an de helîkopterên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker qada Dola Êzîzanê ya Sumbulê bomberdûman kirine. Ji ber bomberdûmanê agir bi qadê ketiye.

LI MÛŞÊ OPERSYON

Di 10’ê Îlonê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qada Başûrê Mûşê ya di navbera Pasûra Amedê û Dara Hênê ya Çewlikê ye operasyonek daye destpêkirin.

JI BER BOMBERDÛMANÊ LI QADÊ ŞEWAT DERKETIYE

Hêzên dagirker bi balefirên şer û helîkopteran qad bomberdûman kirine û bi 10 helîkopteran leşkeran bera qadê dane. Di navbera hêzên me û leşkerên dijmin de şer çêbûye. Di van şeran de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Ji ber bomberdûmanê agir bi qadê ketiye û şewat hê jî didome. Operasyon di 11’ê Îlonê saet di 22.00’an de ji qadê vekişiyaye.

NASNAMEYA GERÎLAYÊ ŞEHÎD

Di şer û bomberdûmanê de hevrêyeke me şehîd ketiye. Nasnameya hevrêyê me yê şehîd ketî wiha ye:

Nasnav: Aslan Amed
Nav û Paşnav: Huseyîn Akçîçek
Cihê Jidayîkbûnê: Amed
Navê Dayikê- Bav: Esmer - Azîz
Cih û Dîroka Şehadetê: Amed/ 11’ê Îlona2017

OPERASYON ARTÊŞA TIRK A LI CÛDÎ, DERSIM DEWAM DIKE

Artêşa Tirk, 12’ê Îlonê bi piştgiriya ÎHA’yan li herêma Girê Çolya,Hesena, Girê Hirmo û Navsera Cûdî ya Herêmên Çiyayê Cûdî dest bi operasyonekê kiribûn. Operasyon hê jî dewam dike.

13’ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker di saet 19:00-20:00’an de li devera Barav û Şehîd Zîlan ên girêdayî navçeya Qislê ya Dersimê dest bi operasyonekê kiribûn. Operasyon hê jî dewam dike.

LI HATAYÊ OPERSYON BÊ ENCAM VEKIŞIYA

Artêşa Tirk 11’ê Îlonê saet 16:00’an, li Zozana Xinzir a Hatayê dest bi operasyonekê kiribûn. Di operasyonê de hêzên dagirker ên li gundên herêmê dest bi xebatên lêgerîn û venêrînê kirin, 13’ê Îlonê bê ku necamekê bigirin vegeriyane.