HPG: Li Şirnexê 2 leşker hatin kuştin -NÛ BÛ

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Colemêrg û Şirnexê çalakî li dar xistin. Di encamê de herî kêm 2 leşkerên Tirk hatin kuştin, yek birîndar bû û derb li wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Reo hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

COLEMÊRG

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 6'ê Hezîranê saet di 09:30'î de li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, li wesayiteke bi tîpa Reo ya artêşa TC a dagirker xistin, ku li ser rêya navbera girên Helîkopter û Xapuşke bû. Hêzên me di heman demê de li stargeh û çeperên li ser girê Xakuşke xistin. Di van çalakiyan de hejmara leşkerên hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

ŞIRNEX

Artêşa TC a dagirker 7'ê Hezîranê li navçeya Qilabanê ya Şirnexê li qadên Kela Memê, Tiran û Şêx Ebûbekir dest bi operasyonê kir. Hêzên me li dijî yekîneyên vê operasyonê, di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li ser rêya Çemê Xetkê çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Operasyon heman rojê saet di 16:00 de bi rengekî bêencam bi dawî bû. Hêzên dagirker ên nekarî encamê ji operasyonê werbigirin, hin koçerên li zozanan sewalkarî dikirin destgîr kirin.

SÊRT

Artêşa TC a dagirker 4'ê Hezîranê li qada gundê Siyanisê yê navçeya Hawêlê ya Sêrtê dest bi operasyonê kir. Artêşa TC a dagirker 5'ê Hezîranê bi balafirên şer û helîkopterên êrişê bombe li qada operasyonê barand. Piştî bombardûmanê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker li herêmê danî. Operasyon heman rojê saet di 15:00 de bi vekişîna hêzên operasyonê bi dawî bû. Di dema operasyonê de 2 hevalên me yên bi lehengî li dijî dijmin şer kirin şehîd bûn. Agahiyê li ser hevalên me yên şehîd bûne wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.

AVAŞÎN

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker 7'ê Hezîranê saet di 14:30'î de bombe li qada Geliyê Avaşînê ya herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber vê bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat."