HPG: Ji Xerzanê heta Avaşînê 15 dagirker hatin cezakirin

Berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker dewam dike. Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de herî kêm 15 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

LI BEDLÎSÊ 8 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

1'ê Hezîranê li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê, di navbera qereqolên Hopê û Kirpman ên li qada Geliyê Ûranisê, li dijî dagirkerên ku bi wesayita Transît di rê de bûn çalakî hate lidarxistin. Destpêkê bi rêbaza sabotajê çalakî li dijî wesayitê hate kirin. Piştre jî bi çekên ferdî lê hate xistin. Di encamê de serpelek û binefserek jî di nav de 8 dagirker hatin cezakirin.

Dagirkeran piştî çalakiyê li qadê dest bi operasyoneke berfireh kirin. 3'ê Hezîranê di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî. Dagirkeran ragihandin ku li vê qadê yek ji wan hatiye kuştin, 2 jî birîndar bûne, lê belê ev agahî rast nîne, gelek dagirker hatine cezakirin. Di vî şerî de hevrêyên me Êrîş Garzan, Egîd Çiyager û Dijwar Hezex heta fîşeka dawî şer kirin, bi berxwedaneke destanî şehîd bûn.

Operasyona li vê qadê hîn jî dewam dike.

HÊZÊN HBDH'Ê LI DIJÎ DAGIRKERAN ÇALAKÎ KIRIN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

Hêzên HBDH'ê 14'ê Hezîranê saet di 19:30'î de li dijî dagirkerên li ser Girê Koordîneyê çalakiyeke koordîneyî ya gerîla li dar xistin. Baskê destpêkê li kozikekê xist ku 2 dagirker tê de bûn. Her du dagirker hatin cezakirin û kozik bi temamî hate rûxandin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî li kozikekê xist ku dagirkerek tê de bû. Dagirker hate cezakirin û kozik hate rûxandin.

Piştî vê çalakiyê ku 3 dagirker hatin cezakirin, 2 kozik jî hatin rûxandin, dagirkeran êvarê saet di 21:00 de leşkerên hatin cezakirin bi helîkopterên Skorsky ji qadê birin.

15'ê Hezîranê saet di 06:20'î de li quntara Geliyê Milîtan, li dijî dagirkerên kemîn danîbûn bi rêbaza sûîqestê çalakî hate lidarxistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

14'ê Hezîranê saet di 22:30'î de qadên Orê, Sereru û Koordîneyê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin. Di encama bombardûmanê de agir bi qadê ket. Şewat hîn jî dewam dike.

14'ê Hezîranê saet di navbera 22:30-23:00 de li herêma Derarê helîkopter geriyan.

BI SABOTAJÊ LI DAGIRKERAN HATE XISTIN, 2 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

14'ê Hezîranê saet di navbera 18:00-19:30'î de qadên Basya û Stûnê yên herêma Avaşînê bi obus û hawanan hatin bombekirin. Saet di 20:10'an de qada Girê Sor bi balafirên şer hate bombekirin. Saet di navbera 20:00-20:30'î de Girê Suleyman 3 caran bi balafirên şer hate bombekirin. Saet di 21:00 de dagirkeran bi helîkopteran hêzên xwe danîn ser Girê Suleyman û girên derdorê. 15'ê Hezîranê saet di 05:20'î de li dijî dagirkerên ku xwestin bikevin çeperên şer ên li Girê Suleyman bi çekên ferdî çalakî hate lidarxistin. Dagirkerên ku derb xwarin ji neçarî bi gavekê vekişiyan. Saet di 05:50'î de li dijî dagirkerên li ser Girê Suleyuman 2 çalakiyên sabotajê hatin kirin. Di van çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin.

15'ê Hezîranê saet di navbera 00:00-01.00 de tunelên şer ên li Werxelê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin. Hêzên me dest li van helîkopteran werdan û neçar man ji herêmê vekişin.

ÇALAKIYA BI ÇEKÊN GIRAN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

14'ê Hezîranê saet di 10:30'î de li dijî dagirkerên li ser Girê Xeregolê bi çekên giran çalakî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de derbên xurt li kozikên dijmin hatin xistin, lê hejmara dagirkerên mirin û birîndar bûn heta tespîtkirin.

14'ê Hezîranê saet di navbera 23:15-01:30'î de qadên Tîpa T û Cîlo yê Biçûk bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin."