HPG: Ji Xakurkê heta Amanosê derbên giran li dagirkeran hate xistin

Gerîlayên HPG û YJA-Starê ji Xakurkê heta Amanosê li gelek qadan derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. Di van çalakiyan de serbazên payedar jî di nav de 17 leşker hatin kuştin, wesayîteke Reo ya zirxî hate îmhakirin û panzêrek jî hate derbkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de derbarê çalakiyan ev agahî hatin dayîn.

Li hemberî operasyona dagirker a dewleta Tirk a dagirker a li dijî qada Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hêzên me li gelek qadan çalakiyên bi bandor li dar xistine. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistine.

DI ÇALAKIYÊN YJA-STARÊ DE 7 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 12’ê Hezîranê de saet di 22.00’an de hêzên me yên YJA Star li dijî leşkerên li Girê Lêlikanê yên li herêma Xakurkê çalakiyeke sûîkastê li dar xistine. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 2 leşker hatine kuştin.

Di 20’ê Hezîranê de jî li nêzî Tepê Xwedê hêzên me yên YJA Starê leşkerên dijmin xistine bin kontrola xwe û di heman rojê de saet di 18.00’an de ji nêz ve li leşkeran dane. Di vê çalakiyê de yek jî payedar 5 leşkerên dijmin hatine kuştin.

WESAYÎTA LEŞKERÎ YA REO HATE ÎMHAKIRIN

Di 21’ê Hezîranê de saet di 08.00’an de hêzên me li ser rêya Qereqola Girê ya Çelêya Colemêrgê li dijî wesayîteyeke leşkerî ya Reo çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de wesayîta leşkerî hatiye îmhakirin û gelek leşker hatine kuştin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên di vê çalakiyê de nehatine tespîtkirin.

Yekîneyên me yên ku ev 3 çalakî li dar xistine, bi selametî vegeriyane baregehên xwe.

LI ŞAXÊ PANZÊREK HATE DERBKIRIN

Di 17’ê Hezîranê de hêzên me li dijî Qereqola Tingê ya li Qada Kato Xelîla ya navçeya Şaxê ya Wanê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hatiye kuştin û panzêrek hatiye derbkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker di 19’ê Hezîranê de li qadê operasyonek daye destpêkirin.

LI BOTANÊ LI LEŞKERAN HATE XISTIN ÊN KU OPERASYON DABÛN DESTPÊKIRIN

Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de hêzên me li dijî yekîneyên operasyonê çalakî li dar xistine. Di vê çarçoveyê de;

Leşkerên dagirker ên ku li qadê operasyonek dabûn destpêkirin di 19’ê Hezîranê saet di 19.00’an de bûne hedefa hêzên me.  Hêzên me li hemberî hemû yekîneyên operasyonê çalakiyên bi bandor dane destpêkirin. Di van çalakiyan de 7 leşkerên dijmin hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Artêşa Tirk a dagirker leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi wesayîtên zirxî ji qadê derxistine. Artêşa Tirk a dagirker  ji ber derbên giran ên ku xwar, di heman rojê de bi şev xwe ji qadê vekişandiye. Di vê operasyonê de tiştek bi hêzên me nehatiye.

LI HATAYÊ FERMANDARÊ YEKÎNEYÊ HATE KUŞTIN

Di 19’ê Hezîranê de yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk a dagirker li Zozanên Tofdakê yen Dortyola Hatayê kemîn danîne. Hêzên me vê yekîneya veşartî xistine bin kontrola xwe û di heman rojê de saet di 10.20’an de ji nêz ve li vê yekîneyê dane. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin di vê çalakiyê de yek jê fermandarê yekîneyê, 2 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistine bi selametî vegeriyane baregehên xwe.”