HPG: Ji esmanan ve li Navenda Kontrolê ya ÎHA û Fermandariya Tûgaya Şirnexê hate dayîn-NÛ BÛ

HPG’ê ragihan ku Hêzên Parastina Hewayî ya Delal duh şev li Êlihê li Navenda Kontrolê ya ÎHA û Fermandariya Tûgaya Şirnexê çalakiyek kirine û hedef bi serketî hatine lêdan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirker daxuyaniyek da.

HPG’ê ev agahî da:

“Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal:

20’ê Gulanê di saet 19:10’ê şevê de li dijî dagirkerên li Girê Azad ê Herêma Metîna çalakiyek kirine. Dagirkerên li deverê bi serketî li wan hatiye dayîn.

20’ê Gulanê saet 23:30’î hemwext li Êlihê li Navenda Kontrola ÎHA ya dewleta Tirk û li Fermandariya Tûgaya Şirnexê û li dijî pîstên helîkopteran 3 çalakî hatine kirin. Hedefên hatibûn diyarkirin bi îsabet hatin lêdan û çalakî serketî pêk hatiye.

Pêngava Cenga Şoreşgerî ya Xabûrê:

20’ê Gulanê saet 15:30’î dagirekerên li Qereqola Kuroşîno ya li ser sînor ber bi Boxaza Orê ya li herêma Metîna ketin tevgerê. Dagirkerên ketin tevgerê destpêkê hatin kontrolkirin, piştre jî bi rêbaza sabotajê 2 caran hatin hedefkiri û çalakî serketî pêk hatine. Di van çalakiyan de 5 dagirker hatin cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên balafirên şer û helîkopteran ên li ser qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê didomînin.

Di vê çarçoveyê de;

19’ê Gulanê saet 12:302î balafirên şer bombe li devera Werxelê ya Herêma Zapê barandin.

20’ê Gulanê saet 21:30-22:30’î bi helîkopterên Skorskyî leşker danîne Girê Şehîd Serxwebûn ê li Herêma Zapê. Heman demê hekîkopteran bombe li Cîloyê Biçûk û Tîpa T jî barandin. Di van bomberdûmanan de şewat li herêmê derket û hê jî şewat dewam dike.

Di van bomberdûmanan de ti ziyan negihiştiye hêzên me.”