HPG: Hêzên me yekîneyeke artêşa TC’ê kire kontrolê,3 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku 15’ê Îlonê li Şirnexê, li qada Bilîka yekîneyeke artêşa Tirk kirine bin kontrola xwe û 3 leşker hatine kuştin. HPG’ê nasnameya  3 gerîlayên HPG’ê yên ku şehîd bûbûn ragihand.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye;

YEKÎNEYEKE ARTÊŞA TIRK KETE BIN KONTROLA GERÎLAYAN

15’ê Îlonê li Şirnexê, li çiyayê Cûdî, li qada Bilika yekîneyeke artêşa TC’ê ya dagirker ketiye bin kontrola hêzên me. Yekîneyên dijmin demekê di bin kontrolê de hatine hiştin û piştre ji nêz de li derb li wan hatiye xistin. Di vê çalakiyê de tespîtbûyî 3 leşkerên dijmin hatine kuştin.

Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi obûs û hawanan qad dane ber bombeyan.

OPERASYONA KU  LI ŞIRNEXÊ DANE DESTPÊKIRIN KIŞIYA

Artêşa TC’ê ya dagirker li çiyayên Cûdî yên Şirnexê, li qadên Girê Hirmo, Girê Çolya û Hesena 13’ê Îlonê operasyon da destpêkirin, 16’ê Îlonê jî bi paş ve kişiya.

AVAŞÎN HATE BOMBEKIRIN, ŞEWAT DERKET

16’ê Îlonê saet 14.00’an qereqolê artêşa TC’ê ya dagirker, ên li ser xeta sînor ji hêla Tabûra Êreba ya li herêma Avaşîn a Qadên Parastinê ya Medayayê ve hatiye bombekirin. Di encamê de li araziyê şewat derketiye, hêzên me derengiya şevê şewat vemirandine.

LI MÛŞÊ GERÎLA Û LEŞKER LI RASTA HEV HATIN, ŞER DERKET

8’ê Îlonê li Mûşê, li qada Xaçareşê, li kendalên Çîrengezê gerîlayên me û leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker li rasta hev hatine û şer derketiye. Di vî şerî de ji leşkerên dijmin çend hatine kuştin û çend birîndar bûne baş nehatiye tespîtkirin.

‘BI LEHENGÎ ŞER KIR Û ŞEHÎD BÛ’

Di şer de hevrêyê me Serxwebûn ku li dijî hêzên dijmin bi lehengî û dilêriyekê şer kirî şehîd bûye, hevalekî me yê dî jî bi birîndarî dîl ketiye destê dijmin.

Agahiyên sicîlê yê hevalê me yê şehîd bûyî wiha ye;

Nasnav: Serxwebûn Batman
Nav û Paşnav: Engîn Yilmaz
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik - Bav: Safiye - Hasan
Cih û Dîroka Şehadetê: Mûş / 8’ê Îlona 2017

4’ê Îlonê êvarî artêşa TC’ê ya dagirker li Şirnex, li Çiyayê File operasyoneke daye destpêkirin. Di operayonê de saet derdora 23.00’an gerîlayên me û leşkerên dijmin li rasta hev hatine, ketine nav hev û şer derketiye. Di vî şerî de ji leşkerên dijmin çend hatine kuştin û çend birîndar bûne baş tespît nebûye.

‘DI ŞERÊ DIJÎ DIJMIN DE ŞEHÎD BÛN’

Di şer de hevalên me Felat û Sadik singe sing bi dijmin re şer kirine û şehîd bûne.

Agahiyên sicîlê yên hevalên me yên şehîd bûne wiha ye;

Nasnav: Felat Nerexî
Nav û Paşnav: Vedat Kilinç
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik - Bav: Bazin – Salih
Cih û Dîroka Şehadetê: Şirnex / 4’ê Îlona 2017

Nasnav: Sadik Botan
Nav û Paşnav: Hasan Olca
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik - Bav: Delal - Cemîl
Cih û Dîroka Şehadetê: Şirnex / 4’ê Îlona 2017