HPG: Hevrêyên me Zinar û Akîf her kêliya xwe bi milîtanî derbas kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di şexsê Zinar Raperîn û Akîf Tolhildan de wê armanca şehîdan a Kurdistana azad pêk bînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku Zinar Raperîn (Mucahît Gungor) ê li Bedlîsê ji dayik bû û Akîf Tolhildan (Mehmet Emîn Atûg) ê li Mêrdînê ji dayik bû, di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê 13'ê Tîrmeha 2023'an şehîd bûn.

Daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl di 13'ê Tîrmeha 2023'an de di êrîşa dijmin de şervanên têkoşîna me hevrêyên me Zinar Raperîn û Akîf Tolhildan şehîd bûn.

Hevrêyên me Zinar û Akîf ku fedaîtî ji xwe re kirin şêweyeke jiyanê û her kêliya xwe bi milîtanî derbas kir, di demên herî zehmet de bi îdîa û biryardariya serketinê têkoşîna xwe mezin kirin. Hevrêyên me ji xwe re kirin yek ji armancên bingehîn ku dijmin li Kurdistanê nehêlin û bi baweriya ku ev yek jî bi şerekî bêhempa yê li dijî dijmin dibe, di her kêliyê de bêteredût berê xwe dan qadên şer. Hevrêyên me ji xwe re kirin dirûşm ku li Kurdistanê jiyaneke bi rûmet û azad tenê bi kesayetî û îdeolojiya Apoyî dibe û di vê oxirê de têkoşîneke bê eman meşandin, xwe gihandin kesayetiya Modernîteya Demokratîk ku ji aliyê cewherî ve jiyaneke sosyalîstî û fikrê azad e.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Zinar û Akîf em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku di şexsê hevrêyên xwe de em ê armanca şehîdên xwe hemûyan pêk bînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Zinar Raperîn
Nav paşnav: Mucahît Gungor
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik û bav: Sitî-Haci Fadil
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Tîrmeha 2023 / Zap

Nasnav. Akîf Tolhildan
Nav paşnav: Mehmet Emîn Atûg
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik û Bav: Aynûr-Ramazan
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Tîrmeha 2023 / Zap

NEHIŞT KU DIJMIN XWE NÊZÎ TUNELÊN ŞER BIKE

Hevrêyê me Zinar li navçeya Xîzanê ya Bedlîsê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Li nava gund mezin bû, zêde neket bin bandora sîstemê û cewhera xwe parast. Li gorî cewhera xwe kesayetiyeke xwe ya xwezayî û sade hebû, bi taybetmendiyên xwe yên kedkarî jî li derdora xwe hate hezkirin. Hevrêyê me Zinar têkoşîna me ya azadiyê ya bi pêşengiya partiya me PKK'ê tê meşandin bihîstibû jî derfet nedît ku ji nêz ve nas bike. Li ser partiya me û Rêberê me agahiyên wî kêm bû, lê belê dema ku têkoşîna me nas kir, zû pê ve hate girêdan. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku PKK mizgîniya hesreta azadiyê ya hezaran salan a gelê Kurd e, ev rastî ti carî ji dil û mejiyê xwe dernexist. Di sala 2013'an de ji ber ku li nava malbata wî tevlîbûn li nava refên gerîla çû bû, ev yek ji bo hevrêyê me Zinar bû mîladek. Piştî vê demê bala xwe hîn bêhtir çû ser têkoşîna azadiyê. Bi taybetî kete bin bandora ruhê azadiyê yê bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava hate afirandin. Perspektîfên ku Rêberê me di vê pêvajoyê de pêşkêş kir, kir ku hevrêyê me Zinar bikeve nava hin lêgerînan. Weke ciwanekî Kurd di vê pêvajoyê de ku dema herî germ a şoreşê ye, hêza xwe hîn bêhtir dît, baweriya xwe pê anî ku divê ji bo gelê xwe hîn bêhtir têbikoşe û bi vî rengî xwest tevlî nava karên ciwanan bibe. Tevî ku ji bo vê armanca xwe kete nava hewldanan jî ji ber hin astengiyan nekarî armanca xwe pêk bîne. Ber bi sala 2015'an ve hevrêyê me bi hewldanên dijmin ên di bin navê 'Pêvajoya çareseriyê' de dixwest gelê me û tevgera me tasfiye bike, hesiya û baweriya xwe pê anî ku tenê bi tevlîbûna li nava refên gerîla dikare bersiva herî baş bide. Di destpêka sala 2015'an de beşdarî nava refên grîla bû , berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ji Amedê tevlî nava gerîla bû.

Hevrêyê me destpêkê li Amedê tevlî nava perwerdeyê bû, li vê derê agahiyên destpêkê yên li ser gerîlatiyê wergirt. Piştre jî derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û di asta akademîk de tevlî perwerdeya şervanên nû bû. Di vê pêvajoya perwerdeyê de ji rastiya gelê me heta bi rastiya xwe, heta perwedeyên leşkerî û îdeolojîk di gelek mijaran de xwe perwerde kir. Hevrêyê me Zinar derfet dît ku jiyana gerîla û çiyê bi hemû detayên xwe hîn bibe, bi kelecan, co û moraleke mezin tevlî nava jiyanê bû. Bi saya van taybetmendiyên xwe bandor li hevrêyên xwe kir û motîvasyon da wa. Di pêvajoya perwerdeyê de ji ber ku dewleta Tirk ji nû ve dest bi êrîşan kir, 'Plana Têkbirinê' xist dewrê, hevrêyê me Zinar rastiya dijmin û şer ji nêz ve dît û bi taybetî giranî da ser perwerdeya leşkerî. Hevrêyê me bawer kir ku tenê bi şarezabûna li ser gerîlatiyê dikare bersivê bide êrîşên dijmin û bi vê armancê hîn bêhtir kûr bû. Hevrêyê me Zinar perwerdeya xwe bi serketî qedand, bi saya durustî, sekna xwe ya milîtanî beşdarî karên cihê baweriyê bû. Piştî ku demekê di nava vî karî de ma, ji bo xelkê me yê Êzidî ji çeteyên DAÎŞ'ê bê rizgarkirin û tevlî pêngava rizgarkirina Şengalê bibe, berê xwe da Şengalê. Hevrêyê me li vê derê tevlî gelek pêngavan bû û di rizgarkirina xelkê me yê Êzidî de ked da. Li herêma Şengalê di pêvajoya herî giran a şer de hevrêyê me Zinar bi bandora têkiliyên xurt ên hevrêtiyê, kete nava lêgerîna wê yekê ku bibe bersiv ji vê hevrêtiyê re. Di vê demê de ji aliyekî ve li hemberî çeteyan şer dikir, li aliyê din jî ji bo karibe Rêberê me hîn bêhtir ji nêz ve nas bike, giranî da ser xwendina parêznameyên Rêbertî. Her ku Rêberê me nas kir, li ser fikirê wî kûr bû, hevrêyê me Zinar anî ziman ku ji aliyê manewî ve hîn bêhtir bipêş ket, ji xwe bigihîne rastiya Rêbertî lêgerînên xwe zêde kir. Piştî ku wezîfeya xwe ya li Şengalê bi serketî qedand, berê xwe careke din da çiyê û ji bo karibe di taktîk û rêbazên gerîla yên dema nû de kûr bibe, kete nava hewldanên mezin. Bi taybetî di hin branşan de xwe bi pêş ve bir ku di şerê me yê dema nû de bi rolên girîng radibin û bi dehan hevrêyên xwe jî perwerde kir, bi vî rengî di afirandina performansa gerîla ya bilind a vê demê de ked da.

WÊ BI SAMÎMIYETA XWE YA DI LÊGERÎNA HEQÎQETÊ DE BÊ BÎRANÎN

Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê me ku her roj hîn bêhtir tê şidandin, hevrêyê me Zinar weke milîtanekî Apoyî gihîşt wê encamê ku divê wezîfe û berpirsyariyên xwe yên li pêşberî Rêber Apo bi cih bîne. Ji ber ku gelê me li dijî tecrîdê ji heft heta heftê salî di nava têkoşînê de ye û her roj hîn bêhtir xwedî li Rêberê me derdikeve, ev yek ji bo hevrêyê me Zinar bû hincet ku têkoşîna xwe mezin bike. Her wiha ji bo xwedîderketina li bîranîna hevrêyên me yên ji bo azadiya gelê me bêteredût bi fedaîtî ber bi mirinê ve çûn, divê têkoşîna wan bê mezinkirin.

Bi vê armancê ji bo bersivê bide êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, derbasî Eyaleta Şehîd Delîl Zagros bû û li vê derê tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû. Hevrêyê me bi çalakiyên serketî nehişt ku dijmin xwe nêzî tunelên şer bike, tatkîkên dema nû bi serketî bi cih anî û bi rola xwe rabû. Bi sekna xwe ya dilnizm, bi şarezabûna xwe ya di gerîlatiyê de û hevrêtiya xwe ya xurt li her qada ku lê ma ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin û bû mînak. Bi rêbaza jiyanê ya fedaîtiyê hre tim li pêş bû. Di êrîşa dijmin a 13'ê Tîrmehê de tevî hevrêyê me Akîf Tolhildan şehîd bû, bi durustî û samimiyeta xwe ya lêgerîna li heqîqetê wê her tim bê bîranîn, di meşa me ya şoreşê de wê her tim ji me re bibe çavkaniya sûdwergirtinê. Weke hevrêyên wî em careke din soz didin ku di têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna hevrêyê xwe Zinar derkevin.

BI EXLAQÊ PARTIYÊ MORAL DA HER QADÊ

Hevrêyê me Akîf li Nisêbînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku hişmendiya xwe ya Kurdîtiyê û exlaqa xwe ya civakî xurt bû. Ji ber vê taybetmendiya malbata xwe hevrêyê me Akîf bi heman taybetmendiyan mezin bû, têkoşîna me ya azadiyê ya bi pêşengiya partiya me PKK zû nas kir. Ji ber ji derdora xwe ya nêz û xizmên xwe tevlîbûn li nava refên gerîla hebû û hin jê şehîd ketibûn, hîn biçûkanî vê yekê bandor lê kir. Hevrêyê me hewl da ku têkoşînê fêhm bike, derfet dît ku rûyê qirker ê dewleta Tirk di vê pêvajoyê de ji nêz ve nas bike. Mîna her zarokekî li Nisêbînê ji dayik bû û mezin bû, li dijî dijmin bi hêrsreke mezin mezin bû, li hemberî siyaseta qirkirin, êşkence û zexta li ser gelê me bê sebir li benda wê rojê ma ku li dijî dijmin bi rengekî çalak têbikoşe. Dijmin her roj zext li malbata wî ya welatparêz dikir, ku ev yek bû sedem hevrêyê me Akîf zû tevlî nava têkoşînê bibe. Hevrêyê me tevlî nava karên ciwanên welatparêz-şoreşger bû, têkoşîneke çalak meşand. Çend caran hate binçavkirin û di vê demê de rastiya dijmin hîn ji nêz ve nas kir. Hevrêyê me ku xwedî dilekî pak bû, bi saya vê yekê ya rast û ya şaş bi hêsanî ji hev derdixist. Hevrêyê me Akîf di şexsê hevrêyên me yên şehîd de têkoşîna me ya azadiyê hîn bêhtir fêhm kir. Xwedîderketina li bîranîna şehîdan ji xwe re ki wezîfeya herî bingehîn a şoreşgrî û welatparêziyê û gihîşt wê baweriyê ku ev eyk jî tenê bi tevlîbûna li nava refên gerîla dibe. Di demekê de ku êrîşên li ser Şoreşa Azadiyê ya Rojava gihîşt asta herî bilind, ku bi keda bêhempa ya bi hezaran şehîdan û gelê me yê welatparêz hate afirandin, hevrêyê me Akîf xwest tevlî berxwedana gelê me bibe, demekê li vê qadê têkoşiya; li hemberî çeteyan û dewleta Tirk a dagirker şer kir. Di vê pêvajoya şer de li hemberî dewleta Tirk a qirker hêrsa xwe kir hinceta mezinkirina têkoşînê û derfet dît ku xwe ji aliyê leşkreî ve bi pêş ve bibe. Hevrêyê me Akîf ku dil û berê wî timî li çiyayên Kurdistanê bû, ji bo karibe têkoşîneke hîn bi bandor bimeşîne berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Piştî ku tevlî nava gerîla bû germahiya şerê giran ji nêz ve hîs kir û di vê pêvajoyê de gihîşt wê têgihiştinê ku serketin tenê bi sekna fedaî dibe. Lewwma cihê xwe di nava pêvajoya bexwedanê de girt, ku destanên lehengiyê hatin afirandin. Li ser vê bingehê beşdarî nava tîmên gerîla yên bi tevger bû û têkoşîneke çalak meşand. Hevrêyê me Akîf ku îdîa û armanca xwe ya herî mezin nehiştina dijmin a li Kurdistanê bû, bi hunera xwe ya bilind a leşkerî di gelek çalakiyên bi bandor de bi rol rabû. Hevrêyê me Akîf bi wêrekî, xwînsarî û hunera xwe ya leşkerî bawerî da hevrêyên xwe. Lewma bû hevrêyekî welê cihê baweriyê ku mîna çiyayekî mezin mirovan dikarîbû pişta xwe bisparta wî. Li gel şarezabûna wî ya li qada leşkerî, her wiha bi samîmiyet, pakbûn, xwezayî, exlaq û çanda partiyê li her qadê moral da hevrêyên xwe. Hevrêyê me Akîf bi vî rengî kesayetiya xwe li bandora sîstema kapîtalîst girt, weke yek ji wan mirovên sereke bû taybetmendiyên civaka xwezayî pê re hebû. Bi saya van taybetmendiyên xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak ku bi hevrêyên jin re li ser bingeha azadiyê hevrêtiyeke rast danî. Ji bo tola hevrêyên xwe yên di pêvajoya berxwedanê de şehîd bûn hilîne, bi şev û roj tevlîb û, ji bo kêliyekê jî tempoya xwe kêm nekir û tevî ku di êrîşeke dijmin de birîndar bû di têkoşînê de israr kir û li qada şer ma. Hevrêyê me Akîf bi vê sekna xwe hevrêtiya xwe ya xurt careke din ispat kir û di heman demê de ji hevrêyên xwe hemûyan re bû çavkaniya moralê.

Hevrêyê me Akîf di êrîşa dijmin a 13'ê Tîrmeha 2023'an de tevî hevrêyê me Zinar şehîd bû û bi têkoşîna xwe ya fedaî ku ji bo armancên xwe yên mezin meşand, di şerê man û nemanê de bû nîşaneya şênber a biryardariya gelê me yê serketî. Hevrêyê me Akîf ispat kir ku heta milîtanên Apoyî yên li ser xeta fedaîtiyê dimeşin hebin, têkoşîn wê ti carî têk neçe. Ji ber vê yekê bi jiyan û şerê xwe, bi taybetmendiyên xwe yên bedew ku wê ji hevrêyên wî hemûyan re bibe rêber, di nava têkoşîna me de wê her tim bêne bîranîn û bibe hinceta serketinê."