HPG: Heta hilma xwe ya dawîn li ber xwe da

HPG’ê diyar kir ku gerîlayê HPG’ê Halîl Kaygûsûz (Herekol Artêş) li Wanê şehîd bûye û got ku “Heta hilma xwe ya dawîn derb li dijmin daye.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayê bi navê Halîl Kaygûsûz (Herekol Artêş) daxuyanî da yê ku di 24’ê Tîrmehê de li Wanê şehîd bûbû.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 24’ê Tîrmehê de li Qada Geliyê Zîlan ê Erdîşa Wanê hêzên me rastî artêşa Tirk a dagirker hatiye û li vê derê şer çêbûye. Di vî şerî de rêhevalê me Herekol li hemberî dijmin bi qehremanî şer kiriye û şehîd bûye. Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye:

Nasnav: Herekol Artêş

Nav û paşnav: Halîl Kaygûsûz

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Navê dê û bav: Zeynep – Hamit

Dîrok û cihê şehadetê: 24’ê Tîrmeha 2019’an/Wan

Rêheval Herekol di sala 1987’an de li Dihêya Sêrtê ji dayik bûye û di temenekî biçûk de zilma dijmin nas kiriye. Rêheval Herekol di sala 1996’an de koçî Dîlokê kiriye û li vê derê Tevgera Azadiyê nas kiriye. Rêheval Herekol di sala 2007’an de berê xwe daye nav refên gerîlayan.

Rêheval Herekol dixwaze hemû zeman û mekanên xwe li ser vê rêyê watedar bike û bi vê baweriyê di nav refên PKK’ê de li ser xeta milîtaniya fedaî xwe bi pêş ve dibe. Bi vê biryardariyê di sala 2014’an de diçe Qada Serhedê û li vê derê gerîlatiyê dike. Rêheval Herekol bi kedkarî, mutewazî, hezkirina rêhevaltiyê û girêdana xwe, berpirsyarên xwe bi cih aniye.

Rêheval Herekol li qada Geliyê Zîlan di şer de heta hilma xwe ya dawîn li dijmin daye û şehîd bûye.

Malbata hêja ya rêhevalê me Herekol di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê bigihêjin armanca xwe ya Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad.”