HPG: Herî kêm 16 dagirker hatin cezakirin

Çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê zêde dibin. Di çalakiyên dawî de 16 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, gelek kozik, çek û radar hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên dawî daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê;

Hêzên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan 27'ê Hezîranê saet di 08:45'an de li qada Partîzanê li dijî dagirkerên li ser Gireê Qesrokê çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de li kozika çeka A4 hate xistin. 2 dagirkerên di kozikê de hatin cezakirin, çeka A4 û kameraya mobesse hatin îmhakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

26'ê Hezîranê saet di 06:10'an de li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Şahan çalakiya gerîla ya koordîneyî hate lidarxistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê destpêkê li kozikekê xist ku 3 dagirker tê de bûn. Kozik hate rûxandin û 3 dagirkerên tê de hatin cezakirin. Piştre li kozikeke din hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin. Ev kozik jî bi temamî hate rûxandin.

Baskê duyemîn jî li kozikên li ser gir û radarê xistin. Li vir jî 5 dagirker hatin cezakirin, radar jî hate îmhakirin.

Piştî vê çalakiyê dagirkeran li derdora Girê Şehîd Şahan dest bi operasyonekê kirin. Ev dagirker jî bûn hedefa du çalakiyên sabotajê. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Piştî van çalakiyan ku bi giştî 12 dagirker hatin cezakirin, dagirkeran operasyon berfireh kirin û saet di 16:00 de bi rengekî bêencam vekişiyan. Saet di navber 21:30 û 23:30 de dagirkerên hatin cezakirin bi helîkopteran ji qadê hatin birin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

26'ê Hezîranê serê sibehê tunelên şer ên li qada Werxelê bi bombeyên gazê hatin bombekirin. Ji saet 13:00 heta saet 18:00 tunelên şer bi bombeyên gazê hatin bombekirin.

26'ê Hezîranê li qada Girê Sor, hêzên me dest li dagirkeran werdan ên xwestin bikevin nava çeperên şer. Şerê li vê derê heta saet 18:30'î dewam kir. Dagirkerên ku nekarîn encamê werbigirin saet di navbera 18:30 û 19:30'î de teqînên mezin kirin û bi bombeyên gazê êriş birin ser tunelên şer. Dagirkeran li vê derê çeka kîmyewî ya bi rengê kesk bi kar anîn. Hêzên me bersiv dan dagirkerên li vê derê û dagirker neçar man ku bi qedemeyekê xwe vekişînin.

27'ê Hezîranê saet di 05:20'î de dagirkerên ku li qada Girê Sor ketin nava liv û tevgerê bûn hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Dewleta Tirk a dagirker bi balafiran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand û bi helîkopteran li herêmê geriya.

Agahiyên berfireh ên li ser vê liv û tevgera dijmin a li qadê wiha ne:

26'ê Hezîranê saet di 19:50'î de qada Kela Qumriyê ya herêma Metînayê bi balafirên şer hate bombekirin.

26'ê Hezîranê saet di 20:40'î de helîkopter li ser qadên Mervanos, Mamreşo, Banista û Tabûra Ereban ên li herêma Avaşînê geriyan.

26'ê Hezîranê saet di navbera 21:30 û 22:00 de helîkopter li ser qada Cîlo yê Biçûk ê li herêma Zapê geriyan."