HPG: Helîkoptereke Skorsky hate xistin, derb li helîkoptereke êrişê hate xistin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 6 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kirin, 3 jî birîndar kirin. Helîkoptereke bi tîpa Skorsky hate xistin, derb li helîkoptereke êrişê jî hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, derbên giran li êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a mêtinger dixin. Artêşa Tirk a dagirker ku nikare xwe li qadê bilivîne, li hemberî Qadên Berxwedanê çekên kîmyewî û teqemeniyan bi kar tîne. Qadên Berxwedanê di 10, 11 û 12'ê Gulanê de 27 caran bi çekên kîmyewî, 36 caran bi balafirên şer û helîkopteran, bi sedan carî jî bi obusan hatin bombekirin. Li dijî van rêbazên nemerdane yên dewleta Tirk a dagirker, hêzên me çalakiyên xurt dikin. Di encamê de 6 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker birîndar bûn, helîkoptereke bi tîpa Skorsky hate xistin û derb li helîkoptereke êrişê hate xistin. Ev çalakiyên xurt û bi bandor, hunera derba bi rêbaza teyrê baz a gerîlayên me yên bi ruhê fedaî yê Apoyî careke din raxe pêş çavan.

Agahiyên berfireh ên çalakiyên gerîla wiha ne;

LI HERÊMA ZAPÊ;

11'ê Gulanê saet di 21:30'î de dewleta Tirk a dagirker bi helîkopterên êrişê bombardûmaneke giran li çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahîn xist û piştre xwest bi helîkopterên bi tîpa Skorsky hêzên xwe li qadê deyne. Hêzên me piştî ku ev helîkopter xistin bin kontrola xwe, bi xurtî lê dan. Di encama vê destwerdana hêzên me de helîkoptereke bi tîpa Skorsky ku derba giran xwar, hewl da ji herêmê biçe lê li qada Kûnîşka kete xwarê. Li cihê ku helîkopter lê kete xwarê, teqîneke mezin çêbû. Di encama vê çalakiyê de helîkoptereke bi tîpa Skorsky îmha bû û dagirkerên tê de hatin cezakirin. Qada ku helîkoptera Skorsky lê ket, piştre ji aliyê artêşa Tirk be bi rengekî giran hate bombekirin.

11'ê Gulanê saet di 22:30'î de dagirkeran xwestin bi helîkopterên êrişê bombeyan li çeperên şer ên li Girê Rûbar bibarînin û hêzên me li wan dan. Di encamê de jî derb li helîkoptereke êrişê hate xistin. Bi destwerdana hêzên me re helîkopterên êrişê neçar man ji qadê biçin.

11'ê Gulanê saet di 23:30'î de helîkopterên êrişê yên ku xwestin bombeyan li çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Çiyareş û Girê Cehennemê bibarînin, bûn hedefa hêzên me. Di encama destwerdana xurt a hêzên me de helîkopterên êrişê neçar man ji qadê biçin. Di şeva heman rojê de bi helîkopterên êrişê heman qad hate bombekirin.

11'ê Gulanê saet di navbera 23:00-00:00 de helîkopterên êrişê yên di ser qada Mahîr Mîrzo re hatin xwestin bombeyan li qada Çemço bibarînin. Hêzên me dest li van helîkopterên êrişê werdan. Şeva hema rojê helîkopterên êrişê xwestin bombeyan li çeperên şer ên li Şikefta Birîndara û Qada Berxwedanê ya Karker bibarînin. Hêzên me 3 caran li van helîkopteran dan. Di encama derbên hêzên me de helîkopterên êrişê neçar man ji qadê biçin.

LI XAKURKÊ 6 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Di daxuyaniya xwe ya 9'ê Gulanê de me ragihandibû ku li herêma Xakurkê di 6'ê Gulanê de saet 16:20'î hêzên me yên YJA Starê li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Derwêş çalakiyeke serketî kirine. Hate tespîtkirin ku di encama vê çalakiyê de 6 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn.

ÊRIŞ BÊ ENCAM DIMÎNIN

Artêşa Tirk a dagirker êrişên berfireh ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Agahiyên berfireh ên il ser van êrişan ku bi balafir û helîkopterên şer têne kirin, wiha ne:

Ji 10'ê Gulanê heta 11'ê Gulanê danê nîvro Qada Werxelê ya Avaşînê û Girê Şehîd Berxwedan ê li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahîn a li Zapê 27 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

11 û 12'ê Gulanê qadên Çemço û Sîda yên herêma Zapê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin. Heman demê qadên Karker û Şikefta Birîndara bi sedan carî bi obus û hawanan û 21 carî jî bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di navbera 11 û 12'ê Gulanê de qadên Girê Cûdî û Girê Amediyê yên li herêma Zapê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan bi dehan carî û bi balafirên şer jî bi 5 caran hatin bombekirin.

10 û 11'ê Gulanê li herêma Metînayê qadên Girê Hakkarî û Girê Ortê 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. 11'ê Gulanê qada Girê Hakkarî ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hatin bombekirin.

11'ê Gulanê saet di navbera 20:40-23:00 de qada berxwedanê ya Werxelê ya li herêma Avaşînê bi helîkopterên êrişê 5 caran hate bombekirin.

11'ê Gulanê saet di navbera 21:00-00:30'î de qadên Kurojahro, Şehîd Şemdîn, Şehîd Harûn, Çiyareş, Girê Şehîd Cûdî û Girê Ortê bi helîkopterên êrişê û ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hatin bombekirin."