HPG: Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Avaşîn berxwedaneke dîrokî dike

HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker 7’ê Hezîranê li herêma Avaşîn dest bi pêngaveke nû ya êrîşê kiriye û got: “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî pêngava dagirkeriyê ya dijmin, bersiva ku dayî dagirkeran dîrokî ye.”

Navenda Raginadin û Çepemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev agahî da:

“Dewleta Tirk a dagirker 23-24’ê Gulanê li dijî herêmên Tabûra Ereban, Dola Konferansê û Dola Maran a Herêma Avaşîn dest bi pêngaveke ya dagirkeriyê kiribû, ji ber berxwedana bi bandor û çalakiyên bihêz dest bi şikestinê kiribû, 1’ê Hezîranê neçar man ku ji van qadan vekişin. Dagirkerên ku li ber berxwedana bi bandor a gerîlayên me ti encam negirtin, bi tevgera hêzên PDK’ê ku bi ketina çeperên gerîla yên li herêma Metînayê re, 7’ê Hezîranê li dijî herêma Avaşîn dest bi pêngaveke nû ya êrîşê kir.

Dewleta Tirk a dagirker a li herêma Avaşîn bi taktîkeke nû dest bi êrîşê kir, rû bi rûyê berxwedana hêzên me hatine, di 7-8’ê Hezîranê de şerekî dijwar rû daye, derbên bi bandor li dagirkeran hatine dayîn. Li qadê hê berxwedaneke xurt a hêzên me û şerekî dijwar dewam dike. Êrîşa dagirkeriyê ya berfireh li ser herêma Avaşînê ketiye qonaxekî nû, berxwedana gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li dijî vê pêngava dîrokî, bersiveke dîrokî ye.”