HPG: Gerîlayan 5 dagirker ceza kirin-NÛ BÛ

Gerîlayên HPG/YJA Starê di çalakiyên çarçoveya pêngavên Bazên Zagors û Cenga Heftanînê de kirin, bi qasî hate zelalkirin 5 dagirker ceza kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

“26’ê Hezîranê saet 06:00’an li dijî dagirkerên li qereqla Xirabê Alê ya herêma Bagok a Metînayê çalakiyek hate kirin. Dagirkerekî li kuleya qereqolê di nobedê de bû bi sekvaniyê hate hedefkirin û cezakirin.

Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagorosê:

25’ê Hezîranê saet di navbera 10:00-11:00’an li dijî dagikerên xwestin bi teqemeniyan û bombeyên gazê bikevin tûnelên şer ên Girê Sor çalakiyek hate kirin. Dagirkerên derb xwarin, qedemeyek paşve vekişiyan. Heman rojê saet ji 15:30’î heta 17:00’an mudaxeleyî dagirkerên ku xwestin bikevin çeperên şer hatiye kirin.

26’ê Hezîranê saet 06:20’î li dijî dagirkerên xwestin bikevin tûnelên şer ên Girê Sor bi rêbaza sabotajê çalakiyek hatiye kirin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin, 1 jî birîndar bûye.

Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê:

25’ê Hezîranê set 19:00’an li dijî dagirkerên li Boxza Girê Azad çalakiyek hate kirin. Li vir ewilê; bi taktîka sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin. Piştre jî 2 kamerayên mobesayê hatin hedefkirin û hatin rûxandin. Dagirkeran piştre saet 21:00’an dagirkerê hatî cezakirin bi helîkopterê ji qadê rakirine.

Hêzên me yên YJA Starê, 25’ê Hezîranê saet di navbera 22:00-23:00’an de li dijî konê ku komek dagirker ên li Boxaza Milîtan kirin hedef û çalakiyek kirin. Li vir dagirkerek hate cezakirin. Heman demê çepera çeka A4 lê jî bû kirin hedef û lê dan. Dagirkeran di saet navbera 00:00-01:00’an dagirkerê ku hetibû cezakirin cenazeyê wî bi helîkopterê ji qadê rakirine.

Bomberdûmana dagirkeran a bi obûs û helîkopteran a li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî didomin. Her wiha tevgera helîkopteran jî dewam e.

Agahiyên têkildarî êrîşan wiha ne:

25’ê Hezîran set 19:00 û 01:00’an ji qereqolên li ser sînor gundên Hirorê û Kêste li gel Girê Şehîd Çiya yên Metîna bi obusan bombe kirine.

25’ê Hezîranê saet 21:00-23:00’an Devera Koordîne, gundên Kêste û Deşîşê helîkopterên êrîşê bombe kirine.

25’ê Hezîranê set 21:0002:30’î helîkopter li ser qadên Mervanos, Banista û Tabûra Ereban a Avaşîn firiyane.

25’ê Hezîranê saet navbera 23:00-00:00’an dagirkerên li girên Cîloyê Biçûk û Girê Şehîd Serxwebûn ên Zapê bi helîkopteran hatine guhertin.”