HPG: Em şehîdên Zagrosan bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG'ê 5 gerîlayên li Zagrosan şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û diyar kir, "Em soz didin ku em ê ala berxwedanê ya şehîdên xwe bi azadiyê tacîdar bikin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser 5 gerîlayên sala 2017'an li Zagrosê şehîd bûn daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "13'ê Tîrmeha 2017'an li herêma Zagrosê di şer û bomberdûmanê de ya ji ber operasyonê, 5 hevrêyên me yên li dijî artêşa TC a dagirker şer kirin, gihîştin şehadetê.

Van hevrêyên me, ku di nava welatparêziyê de rastiya Kurdistanê ji nêz ve nas kirin, dîtin ku azadiya gelê Kurdistanê bi azadiya Rêber Apo dibe û li ser vê bingehê tevlî nava refên gerîla bûn. Em van hevrêyên xwe yên di vê oxirê de têkoşiyan û jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Hevrêyên me Agît, Devrîm, Selman, Silav û Xebat bi ked, fedakarî û durustî tevlî têkoşînê bûn, her tim li ser xeta Rêbertî hewl dan bimeşin, her ku fêhm kirin bêhtir xwe li têkoşînê girtin. Bi sekna xwe ya di nava jiyan û têkoşînê de wê her tim ji hevrêyên xwe re bibin mînak.

Di şexsê malbatên hêja yên van şehîdên me de, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê ala berxwedanê ya şehîdên xwe bi azadiyê tacîdar bikin."

NASNAMEYÊN GERÎLAYÊN ŞEHÎD BÛNE

Di daxuyaniyê de li ser nasnameyên gerîlayên şehîd bûne ev agahî hatin dayin:

Nasnav: Agît Serhat
Nav paşnav: Ridvan Karabakan
Cihê jidayikbûnê: Erzîrom
Dayik-Bav: Turkan-Cemîl
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Tîrmeha 2017 / Zagros

Nasnav: Devrîm Serhat
Nav paşnav: Hanîfî Baykûş
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Yildiz-Mehmet Habîb
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Tîrmeha 2017 / Zagros

Nasnav: Selman Dilşad
Nav paşanv: Seferî Dûman
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Hatûn-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Tîrmeha 2017 / Zagros

Nasnav: Silav Agît
Nav paşnav: Ayşe Kaya
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Şukran-Ramazan
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Tîrmeha 2017 / Zagros

Nasnav: Xebat Çiya
Nav paşnav: Rojat Avşîn
Cihê jidayikbûnê: Kotol
Dayik-Bav: Mîsrî-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Tîrmeha 2017 / Zagros