HPG: Em şehîdên Hezexê bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG'ê 5 gerîlayên 16'ê Hezîrana 2019'an li Hezexê şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir, " Bi hişmendiya neteweyî li her bihosta Kurdistanê bi daxwaz û fedakarî li dijî dagirkeran têkoşiyan û wê her tim rêya têkoşîna neteweyî ya gelê Kurd ronî bikin."

"Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dîroka destanan e ku lehengên nemir bi berdêlên giran afirandine. Fedayiyên Rêber Apo, ewladên fedakar ên gelê Kurd di nava şert û mercên herî giran de li ber xwe dan û bûn misogeriya hebûna gelê Kurd. Dewleta TC a dagirker û faşîst ku hebûna gerîlayên azadiyê li pêşiya armancên xwe yên tarî weke gefa herî mezin dibîne, dixwaze gerîlayên Kurdistanê tasfiye bike û bi vî rengî bigihêje armanca xwe. Artêşa TC a faşîst ku giraniya xwe daniye ser şer, lê li pêşberî berxwedana gerîla bêencam maye û derbên giran dixwe, bi bikaranîna teknîkê dixwaze şer bi derfetên teknîkê bidomîne. Dewleta mêtinger ku bi rengekî bêsînor teknîkê bi kar tîne, tevî vê yekê jî nikare li pêşiya gerîlayên azadiyê bisekine. Hevalên me yên ku di nava vê berxwedana pîroz de derbên giran li dijmin xisitn û gihîştin şehadetê, bi lehengî, ruhê fedayî û dilsoziya xwe ya bi Têkoşîna Azadiyê re careke din nîşan dan ku gerîlayên Kurdistanê têk naçin.

Gerîlayên azadiyê berxwedanê bi rengekî xurt didomînin û ji bo bibin bersiv ji bendewariyên gelê xwe re bêdudilî ber bi şehadetê ve dimeşin. Şehîdên me bi ruhê Apoyî cesaret, hişmendî û dilsoziya bi israr a bi dozê re dan gelê me û hevrêyên xwe. Li ser vê bingehê em hevrêyên xwe Baran, Rûbar, Sarya, Serbest û Şerko bi bîr tînin ku 16'ê Hezîrana 2019'an li qada Newala Cehennem a navçeya Hezexê ya Şirnexê di şerê dijî artêşa TC a dagirker de bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameyên hevrêyên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Baran Berat

Nav paşnav: Yilmaz Begîç

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Nûriye-Hasan

Dem û cihê şehadetê: 16'ê Hezîrana 2019'an / Hezex

Nasnav: Rûbar Sosin

Nav paşnav: Fehmî Yîgît

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Hatîce-Yûsûf

Dem û cihê şehadetê: 16'ê Hezîrana 2019'an / Hezex

Nasnav: Sarya Rûken

Nav paşnav: Emîne Toy

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik-Bav: Hediye-Hamo

Dem û cihê şehadetê: 16'ê Hezîrana 2019'an / Hezex

Nasnav: Serbest Caf

Nav paşnav: Danyar Kamîl

Cihê jidayikbûnê: Helebce

Dayik-Bav: Saadiye-Kamîl

Dem û cihê şehadetê: 16'ê Hezîrana 2019'an / Hezex

Nasnav: Şêrko Kobanî

Nav paşnav: Ahmet Mûhammed

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Dayik-Bav: Ayşe-Xelîl

Dem û cihê şehadetê: 16'ê Hezîrana 2019'an / Hezex

Hevrêyên me Baran, Rûbar, Sarya, Serbest û Şerko her yek li parçeyekî cuda yê Kurdistanê ji dayik bûn, li ser zemîna têkoşînê ya ji bo heman armancê li hev kom bûn û bi canê xwe ji bo azadiya vî gelî heta dawiyê li dijî dagirker şer kirin. Tevgera azadiyê ya Kurd mîrateya şehîdan e û her gerîlayek xwe li pêşberî vê mîrateyê berpirsyar dibîne û ij bo ala vê berxwedanê bi ser bixîne bi hemû hêza xwe têdikoşe. Hevrêyên me Baran, Rûbar, Sarya, Serbest û Şerko bi vê hişmendiya berpirsyariyê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li dijî dagirkeran şer kirin û ji bo azadiya gelê Kurd bi her rengî fedakarî kirin. Bi hişmendiya neteweyî li her bihosta Kurdistanê bi daxwaz û fedakarî li dijî dagirkeran têkoşiyan û wê her tim rêya têkoşîna neteweyî ya gelê Kurd ronî bikin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Baran, Rûbar, Sarya, Serbest û Şerko yên şehîd bûn em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê bi serxistina têkoşîna xwe em ê xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkevin."